“Ger tedbîr nayên standin wê nexweşiya gurîbûnê belav bibe”

  • 11/03/2023
“Ger tedbîr nayên standin wê nexweşiya gurîbûnê belav bibe”
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

11/03/2023

Endama Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Roza Yazmaciyê diyar kir ku li Semsûrê her roja diçe kesên bi nexweşiya gurîbûnê dikevin zêdetir dibin û sipî jî ketine ser û laşen gelek kesan.

Li gorî nûçeya bianetKurdî li herêmên erdhejê nexweşiyên mîna gûrîbûnê, enfeksiyon, êşa rêvî û mîdeyê, ketina sipiyan her diçe zêdetir dibe. 

“Bêhtir ji ber pirsgirêkên hijyenê ye. Dema mirov ji ber bi sermayê ketin dermanên antîbiyotîk bikar anîn. Wê jî hevsengiya laşê mirovan têk bir. Bandora stresê jî lê heye. Jin  ji xwe gelekî bi stres in. Şert û mercên hewayê, nebûna hîjyenê van nexweşiyan çêdike. Mirov avê venaxwin ji bo necin tiwaletê. Bandorê li gurçikên wan dike. An jî rojê carekê diçin. Ne li gundan ne jî li bajaran pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Helbet bêhtir jî jin van pirsgirêkan dijîn. Nikarin di saetên derengê şevê de biçin tiwaletan.”

Roza Yazmaci
%d