Li gor çavkanîyên BBCyê, Ukrayna piştî sê salên şerî, bi zehmetî xwe li ber êrîşên Rûsyayê digire. Leşkerên westiyayî û kêmbûna çek û teçhîzatan rewşa şerî girantir kiriye. Pirseka sereke ew e, gelo Ukrayna dikaribe saleka dî jî li ber xwe bide an na.
Leşkerên westiyayî li enîya şerî
Li bajarê Kurakhove, yekîneyeka topavêjîyê ya bi navê “Kara Sûrû” li dijî dorpêçkirina Rûsyayê têdikoşe. Ev yekîne ji sê alîyan ve rastî êrîşên giran tê. Di nav vê yekîneyê de kesên ku di jiyana sivîl de wek aşpêjê vegan, hunermend û pisporkekî înternetê dixebitîn, cih digirin.
Hêvîya aştîyê kêm e
Surt, fermandarê yekîneyê yê 31 salî, dibêje ku di destpêkê de wî texmîn dikir ku şer dê sê salan bidome. Lê niho ew xwe ji bo deh salan amade dike. Li ser muzakereyan dibêje: “Em realist in, em dizanin ku ji bo Ukraynayê edaleteka rastîn nabe. Gelek kes dê rastîya malwêranî û kuştina hezkirîyên xwe qebûl bikin û ev dê zehmet be.”
Trump û muzakere
Leşker dizanin ku Donald Trump dixwaze dawî li şer bîne. Zelenskiy û Putin jî gotine ku ew ji bo muzakereyan amade ne. Lê Serhiy, aşpêjê vegan, bawer dike ku muzakere tenê dê şer demekê rawestîne û di nav sal an du salan de dê şer dîsa dest pê bike.
Rewşa sivîlan xirabtir dibe
Li bajarê Dnipro, sêyemîn bajarê mezin ê Ukraynayê, xelk di bin êrîşên fûze û balafirên bêmirov de dijîn. Sîrenên êrîşên hewayî şev û roj lê dixin. Xelk hewl didin di demên bêdengîyê de bi çûna şanoyê jiyaneka normal bijîn. Lê her şano bi deqeyeka bêdengîyê ji bo bîranîna leşkerên mirî dest pê dike.
Dengên ji bo aştîyê bilind dibin
Li stargeheka nêzî şanoyê, jinên temen mezin ên ku ji malên xwe revîyane, dibêjin ku ew muzakereyên aştîyê dixwazin. Valentina ya 87 salî dibêje ku ew bê tişt hatine vê derê û li vir cilûberg û xwarin dane wan. Mariia ya 89 salî dibêje: “Eşkere ye ku tu alî nikare bi leşkerî bi ser keve, ji ber vê yekê em hewceyî muzakereyan in.”
Hejmarên mirinê zêde dibin
Li gor texmînan, zêdetirî 400 hezar leşkerên Ukraynayê hatine kuştin an birîndar bûne. Denys, leşkerekî ku ji Almanyayê vegerîyaye, dibêje: “Piranîya leşkerên ku dixwazin bişerixin an mirine an jî gelek westiyayî ne. Ez ji bo xwe agirbest naxwazim, lê em nikarin gelek salan vî şerî bidomînin.”
Çavkanî: BBC Botan Times