Gelo ji nûçeyên medyaya dîjîtal, qezenckirina pereyan mimkûn e an jî xeyal e?

*Sarphan Uzunoğluyî nivîsîye û Yonca Sarsılmazê wergerandîye

Ez bi salan e bi rêya program û projeyên cuda dersên Modelên Karî yên Rojnamegerîyê didim. Rojnamegerên ku li min bi çavên neçar dinêrin, herî zêde ji qezenckirina demkî ya pereyên ji nûçeyên dîjîtal gazincan dikin. Her çend rojnameger an jî rêvebirên medyayan bo ceribandina rêbazan ji bo peydakirina dahatê bi bifikar bin jî, wisa bawer im ku divê bê gotin ku ev yek ewqasî ne hêsan e.

Bi nezera min hem ji bo agahdarkirin û hem jî ji bo çaktir fêmkirina rewşa cîhanî dê kêrhatî be ku em li encamên lêkolîneka nû hatî weşandin, binêrin.

Ew lêkolîna ji terafê hêla Enstîtuya Reutersê ve hatiye weşandin. Peredana bo Nûçeyan: Xwînerên ku Haya Wan ji Fîyetan Hene, di Nava Krîza Giranbiha ya Jiyanê da Qîmetê Digerin

Anket li 20 welatan hatiye kirin ku li wan deran peredana bo nûçe/nivîsarên dîjîtal berbelav e. Di lêkolînê da meylên xwîneran yên ji bo peredana nûçe/nivîsarên dîjîtal hatine lêkolan.

Têkilîyên siyasî dikarin hem bala xwîneran bikêşin hem jî ji xwe dûr bixin

Rapora ku ji alîyê Nic Newman û Craig Robertson hatiye amadekirin, balê dikêşe li ser wan modelên karî ku xwîner sedeqeteka mezin a polîtîk nîşan didin. Herwiha ew dîyar dikin ku ji ber hin fikrên cuda jî xwîner dikarin ji abonetîyê vekêşin. Wan mînaka rojnameya New York Timesê dane ku ji ber weşandina nivîsareka minaqeşeyî xwînerên wan ji abonetîyê derketine.

Rapor herwiha balê dikêşe ser wan xwîneran ên ku haya wan ji fîyetan heye û dikarin tesîrê li bazara nûçeyan bikin. Li gorî vê raporê, aboneyên potansîyel ji ber ku naxwazin ji bo gelek qeleman pereyan bidin di domandina abonetîyê da pirsgirêkan derdixin. Nivîskarên raporê ji bo çareserkirina vê kêşeyê peşnîyaz dikin ku bila pakêtên giştî yên gelek nivîs, podcast û avantajên din dihewînin amade bikin. Ev çareserî dîsa di mînaka New York Timesê da hatiye xuyakirin, piştî pjirandina vê çareserîyê betalkirina aboneyên wan bi awayekî berbiçav kêmtir bûye.

Rapor li ser dîyarkirina fîyetan hûr dibe

Yek ji babetên raporê kêşeyên dîyarkirina fîyetan e. Li gorî raporê, her çend ya di dilê xwîneran da ji bo naverokan fîyetaka baştir be jî, ji ber rewşa zihmet a aborîyê ya li seranserê cîhanê, ew nikarin fîyeta di dilê weşangeran da bidin.

Herwiha di raporê da hin daneyên derbarê dîyarkirina fîyetên naverokên nûçeyan ên gav bi gav û maqûl hene ku ez jî pirî caran di dersên xwe da behsê dikim. Rapor di heman demê da li gor temen û tecrûbeyên berê yên xwîneran jî stratejîyên alternatîf ên dîyarkirina fîyetan pêşkêş dikin û rapor destnîşan dike ku ew stratejî dikare di navbera xwîneran da bêedaletîyê derbixe.

Abonetî ya hatiye sînordarkirin yan jî aram dide hîskirin

Li gorî raporê hin aboneyên nûçeyan dîyar kirine ku ew hîs dikin ku abonetîya wan, ew “sînordar” dike. Wan dîyar kirine ku ew dixwazin ji çavkanîyên cirbibur perspektîfên cuda bi dest bixin.

Bi gotineka din, bi abonetîyê, xwînerên ku ji qerebalixîyê direvin û difikirin ku ew naverokekê li gorî standard û zimanî dikirin yan jî ew xwînerên pirsyar dikin ku “Erê ez vê rojnameyê dikirim lê belê eger nûçeyên dî yên baş li alîyê din bin?”. Li pêşberî me ev cure xwîner hene. Ji şert û mercên karî bigire heta rûtînên rojane û guherbarên cihêreng divê em reftarên xwînerên xwe baş analîz bikin û di qonaxa kampanya û îknakirinê da li gor wan tevbigerin.

Hûrbûna li ser alîyên pozîtîf

Rapor destnîşan dike ku di gel hemû alîyên negatîf, sazîyên nûçeyan xwedî gelek derfeta ne ku ji bo xwe aboneyên nû peyda bikin. Lêkoler dîyar dikin ku eger medyayên dîjîtal fîyeteka maqûl pêşkêşî xwînerên xwe bikin û bi awayekî aşkera qîmeta naverokan destnîşan bikin, ew hêj jî dikarin dahatû geş ji bo fînansa xwe saz bikin.

Wekî encam hesta neçarîya qezenckirina demkî ya pereyan ji nûçeyên medyaya dijîtal wek kêşeyekê peyda dibe. Lêbelê, lêkolîna Enstîtuya Reutersê destnîşan dike ku, rojnamegerî dikare bi dîyarkirina fîyeteke maqûl û qimetdana naverokan bibe xwedî dahatû geş.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir