Gelo çima cîhan ji şerê navbera Îsraîl û Îranê ditirse? The New York Times

24/10/2024
SS, Botan Times, YouTube/Interesting Engeenering

Di sala borî de Îsraîlê li dijî gelek hêzên cuda şer kiriye. Di nav van de Hamas, Hizbullah û Hûsî hebûn. Lê niho metirsîya herî mezin şerekê rasterast e di navbera Îsraîl û Îranê de ye.

Piştî ku Îranê di 1ê Çirîya pêşîn de bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir, metirsîya şerekê mezin zêde bûye. DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê) û welatên herêmê ji vê rewşê ditirsin. Ger şer dest pê bike dê gelek welat bikevin nava şerî û dê aborîya cîhanê jî bikeve xetereya têkçûnê.

Du artêşên herî xurt

Îsraîl xwedîya yek ji artêşên herî pêşketî yên cîhanê ye. DYA jî ji sala 2009ê vir ve 29 hezar fûze û çekên cuda dane Îsraîlê. Îran jî xwedîya artêşeka mezin e ku 580 hezar leşker û 200 hezar yedekên wê hene. Her du welat jî xwedîyên çekên balîstîk û dronên pêşketî ne.

Metirsîya belavbûna şerî

Şer dikare DYA û welatên Kendavê jî têxe nav xwe. Wezîrê derve yê Îranê hişyarî daye welatên ku alîkarîya êrîşên Îsraîlê dikin. DYAyê 40 hezar leşkerên xwe li herêmê bi cih kiriye û vê mehê sîstemeka bergirîya fuzeyan a THAADyê jî şandiye Îsraîlê.

Xetereyên li ser aborîyê

Îsraîlê soz daye ku êrîşî sazîyên nukleer û petrolê yên Îranê nake. Lê dîsa jî xetereyên li ser bazara petrolê hene. Ger Îran tengava Hurmuzê bigire, ev yek dikare bibe sedema krîzeka mezin a aborîyê. Ev rewş dê bibe sedema zêdebûna buhayê benzînê û dikare welatan bibe krîzê.

Xetera şaşîtîyên stratejîk

Berê her du welatan jî nedixwestin rasterast şerî bikin. Lê piştî êrîşa Îranê ya bi 300 fuzeyan, ev rewş guherî. Îsraîl jî niho bêhtir amade ye ku bikeve şerî. Li gorî rayedarên DYAyê Îsraîlê hêza bersiva Îranê şaş nirxandibû.


Sernivîsa orjînal: Why the World Fears a War Between Israel and Iran

Nivîskar: Victoria Kim / The New York Times

Çavkanî: The New York Times, Botan Times


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Erdheja Tîbetê: 95 kes mirine – Xinhua, The Guardian

Di erdheja ku îro sibehê li bajarê pîroz ê Şîgatseyê qewimî de

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Jetên Îsraîlê derdora Şamê dihingîvin – Reuters

Li gorî çavkanîyên leşkerî yên Îsraîlê, artêşa vî welatî di van çend