Gelo Aktîvîzma Zimanê Kurdî ji bo Kurdan Cihê Rehetiyê ye?

14/03/2024

Heya ku em nikaribin çareseriyên nû derxînin holê, zimanê kurdî dê tenê bibe parçeyek ji aktîvîzmê. Û dîsa ez bi xemgînî dixwazim bibêjim ku em ji ber van sedeman tune dibin yên wekî kêmasiya entelektuelî, nebûna teorîyê, qedandina zanistê, tirkiyeyîbûn an jî anîna demokrasîyê li Îranê û nebûna gotara organîk ji ber zexta axaftinên master li ser kurdan.

***

Danasîn 

Ez hêvî dikim ku di vê nivîsarê de, em bi we re li ser mijara “Ziman êdî çiqas ji bo kurdan hêmaneke nasnameya neteweyî ye?” nîqaş bikin. Eger em vê rastiyê bidin ber çavan ku nasnameya neteweyî ne statîk e lê dînamîk e (Berkel, Molina, & Mukherjee, 2017) û êdî bi hêsanî dikare were îdiakirin ku ziman êdî nikare wekî nasnameyeke neteweyî were hesibandin.

Ji hêmanên nasnameya neteweyî him ya serdema modern û him jî ya pre-modernê, ya herî kevnar ziman e. Em xwe bi zimanî îfade dikin. Ew ne tenê amûrek e, di heman demê de armancek e. Dema em li wan kesan dinêrin yên ku zimanî wekî armanc û alav ji hev cuda dikin, li qadên ku qada bikaranîna zimanî têr dike dibe armanc û li qadên ku têr nake jî dibe amûrek (Porto& Byram, 2017; Fairclough, 1992; Fairclough, 2013). Bi gotineke din, li civakên ku ji bilî zimanî nikaribin xwe li cihekî din îfade bikin, ziman dibe hêmana bingehîn. Lê xala ku wê balkêştir dike ev e, rêya ku muxatabê we hildibijêre jî bandorê li cihê bikaranîna zimanê we dike. Bo nimûne, dema ku li Rojhilat mafên derdorparêzî, ziman û jinan xwe wekî neteweperestiya pasîf nîşan dide, li bakur jî bêyî vê desthilatdariyê bi awayekî balkêş tenê li ser ziman disekine. Lê eger tundiya şiklê ku desthilatdariya Rojhilatî pê re muxateb dibin, balê bikşînin ser neteweperestiya pasîf bi wate dibe, lê li Bakur him şêrînbûna desthilatiya li gorî Îranê û him jî mezinbûna nifûsê  faktorên vê yekê ne. Bi gotineke din, dema ku destê Rojhilatê ji bo neynûkê ‘mehkûmî zimanî’ tê kirin, li Bakur jî ev mehkûmîyeta destî ji ber bandora hin rêxistin û partiyên malûm dîsa dibe mehrûma  zimanî.

Bi baweriya min mafê me hemûyan heye ku vê yekê bizanin; Tê zanîn ku dema Îsraîl hat damezrandin, hejmara kesên ku Îbranî dizanîn derdora 2 hezarî bû.

Yan jî em bi vî awayî bibêjin, bi rastî jî kengî hêmaneke nasnameya netewî bi heqê xwe dibe hêman? Pêvajo çi ye? Johston (2018), di nivîsara xwe ya sala 2013an de, tevgera neteweyî û tevgera civakî ji hev cuda dike. Zimanê kurdî gav bi gav ber bi tevgera civakî ve, di awayê vegotina Johston de, paşveçûneke tund nîşan dide. Yek ji awayên ku ew vê paşveçûna tund nîşan dide ew e ku nasnameya netewî tenê tînê li ser axaftinê û balê nakêşe ser ka çima ev diqewime.

Piştî ku evqasî abstrakt axivîn, werin em hinekî qala kurdan jî bikin. Di van demên dawî de fikara ku kes bi kurdî naaxive bi rastî jî li ber çavan e ku dora her perçeyan girtiye.

Niha em hinekî li ser Edward Said bipeyivin, -ku ez dudil im rêzê li ramanên wî bigirim-. Ez wekî olnasek dikarim bibêjim ku çavê cîhana Rojhilatê teoriya oryantalîzmê ye; hema tu aciz bûyî, oryantalîzm. Tu nikarî ji bo lêkolîna xwe teoriyekê bibînî, oryantalîzm. Ji ber ku te karê xwe yê li Rojava bi rêk û pêk bi cih neanî, gotin hatin ser te û tu xemgîn bûyî? oryantalîzm.  Piştî ku terorîst êrîşî cihekî dikin û xwe dikujin, ji şanoyê re jêrnivîs hewce dike? Oryantalîzm. Yanî  wekî hûn dibînin, navê teoriyê oryantalîzm e lê ew mîna kêrên Swîsreyê ye.  Ger Seîdê rehmetî bibihîsta ku ez ji teoriya wî re dibêjim kêrên Swîsreyê, belkî dê bigota, destê te sax be Saddam’.

Niha di çarçoveya gotinên me yên li jorê, em hinekî li ser wê niqaş bikin.

Nîqaş 

Niha, herçend wisa dixuye ku em di destpêkê de piçek çûn vir û wir, em ê di vê beşê de bi nîqaşkirinê hemûyan girê bidin.

Tevgera kurdî tevgereke netewî ye, ne aktîvîzm û tevgereke civakî ye. Hêmanên tevgereke netewî jî bi hev re girêdayî ne. Hêmanên nasnameya neteweyî, bi kurtî ev hêman in: yên wekî ziman, ol, çand, ewlehiya neteweyî, yekparebûna axa neteweyî, rabirdûya dîrokî û al. Herçend zimanê kurdî di nav van hêmanan de wekî hêmaneke nasnameya netewî bê dîtin jî, lê mixabin ji ber nebûna teorî û zemînê tenê di nav aktivîzma ziman de asê maye. Ji bo xelaskirina zimanê kurdî du rê hene ku li vir asê maye;

An hilberîna teoriyekê û pêşxistina gotarekê, wekî protestoyekê li dijî nebaldarîya cîhanê ya êşên Filistîniyan ya Edward Saîd. An jî Ji bo xurtkirina girêdana zimanê kurdî bi hêmana ewlehîya neteweyî re.

Me ya yekem vê dawiyê bi şîara Jin Jiyan Azadî ceriband, lê em wekî kurdên ku li ser mafên jinan û mafên mirovan asê mane, bi dawî bû. Yan jî xala ku ev şîar lê hat, êdî ji kurdan derbas bûye û ketiye qada bikaranîna cîhanê. Wekî mînak, xelata aşitiyê li şûna Zainab Jalalian ku ew yek ji wan kurdên bi dehan salan ji bo xatirê Jin Jiyan Azadî di bin desthilatdariya Farisan de hewl da mafên xwe bi dest bixe, ji Narges Mohaammadi re hat dayîn ku di hikûmeta Farisan de şerê desthilatdariyê dikir. 

Ya duduyan jî, divê aktîvîzma zimanê kurdî bikeve dezgehên dewletê, dibistan, zanîngeh, bi kurtî hemû muxatabên dewletê yên îstîsmarker ku kurd pê re mijûl dibin. Bawer dikim ku tevgera herî bihêz ji bo bilindkirina aktîvîzma zimanî ew e, mirov li dezgehên  hikûmetê (!) bîne ziman. Tevgera PCS ya ku di van demên dawî de dest bi tevgereke kurdî kiriye û soza axaftina kurdî daye, di vê çarçoveyê de wekî gava yekem baş e. Aqubet li karmendan.

Encam

Heya ku em nikaribin çareseriyên nû derxînin holê, zimanê kurdî dê tenê bibe parçeyek ji aktîvîzmê. Û dîsa ez bi xemgînî dixwazim bibêjim ku em ji ber van sedeman tune dibin yên wekî kêmasiya entelektuelî, nebûna teorîyê, qedandina zanistê, tirkiyeyîbûn an jî anîna demokrasîyê li Îranê û nebûna gotara organîk ji ber zexta axaftinên master li ser kurdan. Rawestiyana ewqas li ser zimanê kurdî û piştguhkirina hêmanên din yên mayî,  di demeke dirêj de wê were ser vê gotinê ku “em tenê dixwazin bi serbestî govendê bigirin”.

Di rastîyê de, piştî demekî, aktîvîzm ji bo bikaranîna hinek rewşan hatiye destpêkirin ku nikarin teorî û felsefeyê hilberînin û xwe li ser hêmanên demkî ava bikin. Û heke em li xwe mikur werin, zimanê kurdî ji bo me hemûyan bûye cihê rehetiyê. “Ma çi bûye em tenê dixwazin bi kurdî biaxivin, çi bûye ma em terorîst in, em tenê zimanê xwe dixwazin, ma çi bûye?”

Kêmkirina zimanê kurdî li asta aktîvîzmê, ji bo me di demeke dirêj de ji bilî zirarê dê tiştekî din neyîne.  Dema em bi zimanê kurdî re mijûl in, zêdeyî 200 malbat hatin Ahlatê.  Xeberek baş jî; Lê me îspat kir ku Urmîye ya me ye, çimkî ji 12 parlamenteran 7 kes jê Kurd in.

Di dawiyê de, dema ku Îsraîl hat damezirandin, tenê 2 hezar kesan Îbranî dizanî.

Bibliography 

Berkel, Molina, and Mukherjee. (2017). Gender Asymmetry in the construction of American national identity. Psychology of Women Quarterly. Vol 41 (3), 352-367

Fairclough, Norman. Discourse and social change. Polity Press, Cambridge ,1992.

Fairclough, Norman. Language and power. Routledge, London, 2013.

Johnston, H. (2018). Nationalism, Nationalist Movements, and Social Movement Theory. The Wiley Blackwell Companion to Social Movements, 635-650.

Porto, M., & Byram, M. (2017). New Perspectives on Intercultural Language Research and Teaching: Exploring Learners’ Understandings of Texts from Other Cultures. Routledge


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Di sala 2014an de li Zanîngeha Uludagê Beşa Lêkolînên Îslamî qedand. Di sala 2017an de mastera xwe li beşa Rojhilata Navîn û Lêkolînên Îslamî li zanîngeha Exeterê bire serî û teza xwe ya bi navê Di Destûra Bingehîn a Medîneyê de Pirdengîya Olî û Tolerans temam kir. Niha li zanîngeha Manchesterê doktoraya xwe li ser Kurdên Îranê û gotara Îslamî dike. Meydanên lêkolîn û pisporiyê yên Dîlek Çelebîyê Dîroka Îslamê, Kurdolojî, Tehlîlkirina gotara rexneyî û civaknasîyê ne.

Te ev dîtıne?

Cîran

Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman