Gelek sîyasetmedar li Sêrtê hatin desteserkirin

Gelek sîyasetmedar li Sêrtê hatin desteserkirin
Gelek sîyasetmedar li Sêrtê hatin desteserkirin
Botan Times

Gelek sîyasetmedarên DEM Partî û BDPyê li Sêrtê hatin desteserkirin.

Hevserokên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Sêrtê Ferhat Başkurt û Muazzez Bulga, endamên Meclisa Partîyê ya Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) Maşallah Erbey û Ahmet Îstek, Hevseroka Navçeya Navendî ya DEM Partîyê Rahîme Kaysî, rêveberên Rêxistina DEM Partîyê Takyedîn Alver û Kiymet Mut û Elîf Akan hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesên hatin desteserkirin li Midûrîyeta Emnîyetê ya Sêrtê tên ragirtin.