Gelecek Partisi: Tirkîye ji şîr vedibe

Gelecek Partisi: Tirkîye ji şîr vedibe
Gelecek Partisi: Tirkîye ji şîr vedibe
Botan Times
  • 2 Ocak 2023 17:49

Gelecek Partisiyê bi vîdeoyekê bal kişand ser rewşa şîrfiroşîyê.

Li gor ragihandina Gelecek Partisiyê jiber bihabûna mesrefan bi qasî 1 mîlyon dewarên şîr hatine serjêkirin û ev jî dike ku Tirkîye ji şîr vebe.

Di vîdeoyê de dengekî şîrfiroşan temsîl dike dibêje ew nikarin ka û êm bikirin, ew perîşan bûne û ti kes wan nabihîse.

Gelecek Partisi, ku bi Kurdîya Kurmancî Partîya Siberojê ye, bi rêberîya Ahmet Davutoglu karên xwe dimeşîne ku wî di salên borî de serokwezîrîya Tirkîyê jî kiriye.