Gelê Rihayê û mîtînga YSPyê

Ez duhî (duşem) li Rihayê bûm. Ji bilî germbûna atmosfera ji ber hilbijartinê, li Rihayê germahîya hewayê jî dest pê kiriye. Lê niştecihên Rihayê di nav xwe da dibejîn “Ma ev hîn çî ye, hin germ dest pê nekiriye, ji vê ra şikir bikin.” Di bin wê germê da mîtînga Partîya Çepên Kesk jî dihat […]

Gelê Rihayê û mîtînga YSPyê
Gelê Rihayê û mîtînga YSPyê
Beril Caymaz
  • 9 Mayıs 2023 14:07

Ez duhî (duşem) li Rihayê bûm. Ji bilî germbûna atmosfera ji ber hilbijartinê, li Rihayê germahîya hewayê jî dest pê kiriye. Lê niştecihên Rihayê di nav xwe da dibejîn “Ma ev hîn çî ye, hin germ dest pê nekiriye, ji vê ra şikir bikin.”

Di bin wê germê da mîtînga Partîya Çepên Kesk jî dihat kirin. Saet dora 2ya li qadê kesên ku ji bo mîtîngê hatibûn, hindik bûn. Ez û çend hevalên xwe, nezikî qada mitingê li kafeyekî rûniştîbûn. Me hîn li ser hindikbûna kesan şorê dikir ku li ber me bi sloganan komaka qalabalix derbas bû. Destên wan ber bi jorî ve û her du tilîyên xwe kiribûn nîşana serkeftinê. Bi cil û bergên xwe didan nîşan ku ev jî Sirûcê hatine.

Wêne: Beril Caymaz

Ez û hevalê min ji bo fotograf û vîdeoyan em çûne qadê. Di nav qadê alîyekê gencên govendê digerin alîyekê kalên ku serî xwe bi dolben dê girtinê cixare xwe dipêçin û dikşînin û alîyekê jî jinên ku bi alaya YSPê di nav qade da digerin û dilizîn…

Wêne: Beril Caymaz

Her ku germahî zêde dibû, hejmara mirovan jî pê ra zêde dibû. Germ ne xema kesî bû, wan kesan hema govendê digerandin. Taybetî wextê vokalîstê Koma Bajar Vedat Yildirimî derket ser dikê ev çoş û hêza mirovan zêde bû. Lê ew kelecanî bi stranê Ahmet Kaya ya “Agladikça” kêm bû. Dema guhdarîya wê stranê dikirin jin, ciwan, qal û zarokan bi alayên YSPyê destên xwe diavêtin ser milên hev û çep û rast dihejîyan.

Wêne: Ardil Batmaz

Hin zilam li derveyî qadê li ser pêlên şikestî yên mizgeftê rûniştibûn û li mîtîngê temaşe dikirin. Ez bi meraq çûm cem wan ka gelo ew ji bo mitingê hatine yan tenê ji meraqa xwe temaşe dikin? Min ji çend kesan pirs kir: “Hûn ê dengê xwe bidin kî?” Hinek bersiv zelal bûn û gotin “Demîrtaşî got bidin Kiliçdaroxlîyê, ez ê jî bi gotinê vî bikim û bidim wî.” Lê hin kesan jî digotin ez nizanim qîza min xwedê dizane.”

Wêne: Beril Caymaz

Ji hilbijartinan ra çend roj mane lê hin kes ji ber ku nikarin bixwînin û binivîsin nizanin dê dengên xwe çawa bidin. Li qadan jî sîyasetmedar di axaftinên xwe da balê dikşînin li ser wê mijarê û sembola partîyên xwe raber dikin. Yek ji wan jî Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancarî ye ku ew jî duhî wiha got:

Di 14’ê Gulanê da gava hûn çûn ser sindoqê, dê du pusûleyên dengan derkevin pêşîya we. Yek jê ji bo parlementerîyê ye. Li wir tenê darek heye. Gava we rahişt pûsûleyê mohrê xwe li bin wê darê bixin.

Wêne: Beril Caymaz