Gel li fatoreyên tên heyirî mane

Gel li fatoreyên tên heyirî mane
Gel li fatoreyên tên heyirî mane
Vahdet Uçar
  • 10 Şubat 2022 10:14

Gel êdî nizane çawa ji bin barê fatoreyên ceyranê rabe, fatoreyên ceyranê yên gelek kesan ji kirêya wan derbas kiriye. Ji ber van zaman û fatoreyên tên li bajarên kurdan, çend roj in bi hezaran welatî derdikevin qad û kuçeyan û bûhabûnê protesto dikin.

Bi zamên ku bi sala nû re hatin êdî fatoreyên ceyran û xazê gelekî bilind tên û gel ji ber van fatoreyan dikevin tengasîyê. Yek ji van kesan jî niştecihekî Mêrdînê ye ku xwe gihande me, û ew dibejê ku: “Em nizanin çima fatoreya me ya ceyranê hevqas bilind hat û em nizanin em dê çi bikin jî, bi tena serê xwe qûweta me tune ye ku em van fatoreyên wiha nirxbilind razînin.”

Wî diyar kiriye ku ew 3 kes li malê dimînin û du kes ji wan xwendekar in, û berî vê jî fatoreyên wan ên ceyranê di navbera 200-300TL yî re dihatin.

Em 3 kes li malê dimînin û em nizanin çi kiriye ku evqas ferq heye

“Vê mehê fatûraya me 1523 tl hatiye. Mehên borî fatûraya me di navbera 250-300TLyan de dihat. Yanî em dikarin bêjin 5 kat zêdetir hatiye.
Em hemû li mitbaxê rûdinin ji bo ceyran zêde neyê û carinan tenê faneka biçûk vêdixin.
Em li 3 kes li malê dimînin, ez difikirim lê ez nizanim ji ber ku ewqas zêde hatiye. Ji ber ku mehên borî jî ez dikarim bibêjim bi heman awayî me ceyranê pêxistiye.
Derfeteka me ya ku em vê fatûrayê bidin tune ye. Jixwe du kesên ez bi wan re dimînim jî xwendekar in û ez her car naxebitim, carinan dixebitim. Ez li ser xwe bêjim ez ji cihekî alîkarî, yan jî deyn negirim ez nikarim bidim. Em dê biçin tedaşê, eger ku çewtiyek tune be em dê wan bidin mehkemeyê.”
gotiye wî hemwelatî yî li ser meseleyê.