Gazze: RSF di salekê da cara çaran e şikayeta xwe bo Mehkemeya Cezayên Navnetewî dike ji bo sûcên li Gazzeyê li rojnamegeran têne kirin

Gazze: RSF di salekê da cara çaran e şikayeta xwe bo Mehkemeya Cezayên Navnetewî dike ji bo sûcên li Gazzeyê li rojnamegeran têne kirin.

Rojnamegerên Sînornenas RSF, ev cara çaran e serlêdana xwe dike bo Mehkemeya Cezayên Navnetewî derbarê artêşa Îsraîlê da ku Îsraîlê li Gazzeyê sûcên şerî kirine.

“RSF di salekê da cara çaran e şikayeta xwe bo Mehkemeya Cezayên Navnetewî dike ji bo sûcên li Gazzeyê li rojnamegeran têne kirin. Di salekê da ji 130 rojnamegeran zêdetir hatine kuştin: Ev qetlîyameka aşkera ye. 9 sûcên nû derketine meydanê û sebebên maqûl hene ku em dikarin bibêjin bi qestî hatine kirin. Hindî ku ev cînayet bê ceza bimînin dê faîl her berdewam bin ku eynî xetayê bikin. Ji bo parastina rojnamegeran li Gazzeyê divê em li ber xwe bidin li hemberî bêcezatîyê. Em ji mehkemeyê dixwazin ku demildest li ser van şîkayetan bisekinin û lêkolînan li ser bikin. Heke rojnamegerên li Gazzeyê nebin em nikarin xwe bigehinin sûcên din yên li Gazzeyê û em dê agahdar nebin. Wan demildest aniha biparêzin!”

Dîrektorê Parastinê yê RSFyê Antoine Bernard 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

RSF Rojnamegerên Sînornenas

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya RSF û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

İHD: Kurdî û Çanda Kurdî nabe ku krîmînalîze bibe

Weşana paşê

Sê stranbêjên ciwan û sê albûmên nû

Te hay ji vê heye?