Frekansên veşartî: Navlêkirina kurdan li zarokên xwe

Belê, nav ne tenê nav e, navlêkirin jî ne bêwate ye. Amblem e. Tê de niyet, armanc, daxwaz û hêvî veşartî ye. Caran texmînek, caran daxwezek, caran îdealek, caran jî diayek e. Nav hin caran nameyeke yek an du peyvî ye ji dema bê re. Hin caran nivişteke di stûyê xwediyê xwe de. Caran rev e jixwe û ji dîroka xwe. Bo bêhna nasnemeyê û rabirdûyê jê neyê, wek parfûmekê tê lixwekirin û bikaranîn.

***

Kurd çima navên Aleyna û Ardayan li zarokên xwe dikin? [1]

Du nav: Keç: Aleyna; kur: Arda.

Ji nav Ardayan, Ardayê herî popûler lîstikvanekî tirk ê futbolê ye ku demekê kariyereke baş bi dest xwe xistibû. Aleyna, beriya ku hunermada musîka popê Aleyna, navdar be, navê Aleynayê belav bûbû li Tirkiyeyê nispeten li nav kurdan.

Çima kurdek navê keça xwe Aleyna yan jî navê kurê xwe Arda datîne? [2] Her dîsa yan jî çi hêvî dikin ji van navan? Mirov dikare ji bo pirseke bi vî rengî wekî cewab bibêje ku çima van navan daneyne? Eger em qebûl bikin ku piraniya navan peyamek e ji bo rabirdûyê, ji niyet, armanc daxwazên dê û bavan ji dîrok, polîtîka, sosyolojiyê gelek karîger dibe, wê demê ev pirsa me dê pirseke bêqîmet nebe. Wekî ku dê li jêrê bê gotin, ev navên bi vî rengî bi sistemekê yan edeteke kevn ve girêdayî ne bi min. Qet nebe sed sal e di nav kurdan hene. Ez di navlêkirina van herdu navan de gelek caran arezûyeke veşartî, daxwazeke eşkere, xwesipartina dinyayeke xeyalî dibînim. Bi awayekî dişibe wan navên ku demekê hindek kurdan li zarokên xwe dikir: Sawci [3], Esker, Çawiş, Reis, Hakim an Hekim, Zavit (ji zabitê tê). Aleyna û Arda ji heman sîstemê tên, lê ne ji heman niyetê. Li gundê me jî ev guldesteya navên karmendan yan jî pîşeyên fermî hebûn û wextekê li hemî dewrûberê me têra xwe belav bûbûn.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Yek xwediyê van navan bû siwaxcî, sih salan xebitî, piraniya van salan jî bêsîgorte bû wekî bi hezaran karmandên înşaatê yên kurd ku berê xwe didan Anatoliyayê. Yê din, demek şivantî kir û zû mir, ew kesê ku navê wî Çawiş bû, weke gelek tertîbên xwe ji tirkan re 18 meh leşkerî kir û têra heftê çîrokan lêdan xwar.

Niyeta van navan eşkere bû, ne tenê eşkere nîşeneya derdekî dûr, kûr û polîtîk bû. Haveynê van navan ji bêerkî (di heman demê de arezûya erkekê ye) yan bêdewletbûna Kurdan bû. Gava mirov li ser motîvasyona lêkirina van navan difikire demildest mirov dibîne ku karmendiya dewletê (dewlatan tirkan) nexasim navên wek sawcî û hakim ji kurdan re qedexe ne yan jî îhtimaleke zor e/bû. Ev îddia têra xwe hatiye tetbîqkirin û peyitandin. Bidestixistina karên bi vî rengî -sawci û hakim- ji ber nasnameya kurdan û hin sebebên din ji bo kurdekî dijwar bû. Lê belê ev navlêkirin ne ewqas zehmet bû.

Ev navên borî wek semptomeke nebûn an bidestnexistina van karan û îtibara fermî xuya dikin. Ev nav bi xwe re arezû û hêviyeke qaçax ber bi daîreyên fermî yên serdestan ve dikişkişînin. Qaçax û qedexe ne, lê têra xwe xeyalbaz an xeyalfiroş in. Wek sîmîlasyonekê ye, bi “sermeselê” “te hew dî bû” dişixule. Bêhna “belkîyan” ji wan difûre. Belkî, lewre nav cûda, kodên van pîşeyan cûda bin jî nasname eynî ye, ew jî kurdbûn e.

Ev nav di serî de navbera xwe û nasnemeya xwe vedike; yan wek perdekê nasnemaya xwe vedişêre û dixwaze bide jibîrkirin bi middetê bangkirinekê. Hewldaneke naîf lê caran jî patolojîk e, belkî rasterast xwexweşkirineke mustehcen e li gel serdastan. Ji bo ku xeta sor a kurdî û fona sabît e li pişt van navan, çi kinc/maske/nav were lêkirin, di bin de eyan beyan kurdî/nasname xwe dide der. Nav ji xwedî re nedibû bilêt, bibûya jî bi vê bilêtê xwediyên navan ji X-Ryan neborîn, deriyên îltîmasê venekirin, temyîz qaxidî nestandin, çûn û hatin dan û nedan dîsa jî ketina deftara sor a dewletê xilas nebûn. Êdî em dikarin bêjin ev rêzenav wek xulaseyeke dîroka kurdan a sed salên borî ye. Bi vî halî jî dikarî di nav “Kısa Türkiye Tarihi” (Kurtedîroka Tirkiyeyê) ya şairê kurd Cemal Süreya de wek helbestekê cih bigirta.  

Spekulasyoneke edebî li ser navê Aleyna û Arda

Ev (nav) gîha piranî li hewşa malên wan kurdan şîn dibin, yên ku ji xizaniyeke domdirêj bi keftûleft xwe avêtine peravên bajaran, bi salan di “hema çi kar be” de şixulîne, piştî xebateke dijwar, teserrufeke bêqisûr ji keyf, ken, ger, geşt, jiyanê hin pere dane ser hev, pê yek an jî du daîre, an hin tiştên din bi dest xistine. Ya rast piştî daireyekê ku bi vî awayî dijwar hatiye bidesxistin çendîn daîre werin ser jî hemî ser ximê ya ewil çêdibin, çiqas zêde bin jî daîreya binî, wan dikşinê ser xulk û valahiya xwe û bêhna tunebûn û faqîriyê qet jê naçe. Ha yek, ha sed daîre; kodên jiyanê zû bi zû naguherin. Îhtimalek din: Li malên wan kurdên ku li gundê xwe bi cih û bi war bûn, qet nebe çend heywan an bihostek erd ji wan re sermiyan bû, di hemdê xwe de debara xwe dikirin û dijiyan, lê bi darê zorê yê dewletê, bi tundî ji welatê xwe hatine avêtin û berê wan dane li metrepolan. Bêyî sîstema xebat an jiyana bajaran bizanin, ji tirsa rezîlbûn û birsîbûnê dest avêtine her karî, heya bajar hem li ber destê wan bû, hem jî dûrî wan; ew hem li nav bajaran bûn hem li derveyî bajaran bûn ku du-sê nifş bi vî awayî li bajarên biyanî bêbajar jiyan. Ev nav bi îhtîmaleke mezin dê zîl bide, şîn bibe.

Navê Aleyna û Arda hwd. ji van kesan re (hem ji bo dê û bavan hem jî ji bo xwediyê navan) gelek caran dibe pireke xeyalî, pira di navbera jiyana wan a rasteqîn û xeyalên modern û dewlemend de. Sermeseleyê em dikarin tessawir bikin ku dêya Aleyna yan Aleyna bi xwe dibe ku bi destheqê asgarî li tekstîlxaneyekê dixebitin, piranî bêsîgorte ne, serê sibehê li jêrzemîna apartmaneke nermijî heya êvarê bêyî sitûyê xwe rast bikin, qolincên xwe bişkênin di nav xeyalan û bîranînan de dişixulin. Bi aweyekî dişibin sitrana demekê a Fabrika Kızı, lê ne wek wê, di gelek xalan de ji wê cûdatir û patolojîktir in. Titûn nîne ku bipêçin, ji bo markayên mezin û navdar kincan didûrin. Ji bo kinceke wiha li xwe bikin divê ewilî hezar mirov li xwe kirin. Wek xebatkarên înşaatan çawa ji bo ku daîreyekê bikirin hezaran daîre siwax dikirin an qalib ava dikirin. Kincên Aleyna an yê Arda dişibin van kincan, lê ne orjînal in, îmîtasyon in. Esil ne kinc, lê Aleyna û Arda bi xwe îmîtasyon in. Îmîtasyona daxwaza jiyaneke xweş û modern ku di serê wan de bûye îdeala jiyana herî xweş. Navê wan çawa remz, bermayiya navên hinekan e, jiyana wan jî wisa dûrî jiyana di dilê wan de ye.  Kincên wan jî sextene wek navên wan. Ew îmîtasyona jiyana yekî din an bermayiyên xeyalên xwe ne. Lewma ev nav an navlêkirin ne ji rêzê ne, tê de hêrs, daxwazeke çînî heye, ser asasê ilmê ekonomî-polîtîkayê divê were şîrovekirin.

Aleyna, li ser wê oturma grubuya ku ji kevinbûna wê ditirsin, lewme qêmîş nakin li ser rûnên li dêya xwe dinêre, dêya wê li wê. Di navlêkirina wê de çi hebe, çi hatiba xwestin wek tabloyekê xuya dibe di çavên wan de. Keça porzer, çavşîn, nav wê Aleyna ye. Cil û bergên xweşik û yên marka lê ne. Bi malbatî zivistanan diçin kaşbaziyê; havînên xwe jî li peravên behran an havîngehan derbas dikin. Ew ne li vir in, li wir in. Di navbera wan û rastiya wan de navên wan heye lê ev nav wek vîtrîna jiyaneke rengîn bêyî bibiriqe ji înkariya xwe her û her diçilmise.

Belê, nav ne tenê nav e, navlêkirin jî ne bêwate ye. Amblem e. Tê de niyet, armanc, daxwaz û hêvî veşartî ye. Caran texmînek, caran daxwezek, caran îdealek, caran jî diayek e. Nav hin caran nameyeke yek an du peyvî ye ji dema bê re. Hin caran nivişteke di stûyê xwediyê xwe de. Caran rev e jixwe û ji dîroka xwe. Bo bêhna nasnemeyê û rabirdûyê jê neyê, wek parfûmekê tê lixwekirin û bikaranîn.

Têbînî:

[1] Navlêkirina zarokan hema hema di nav hemî netew, çand, civatan de ji bêrê de meseleyeke giring bûye. Navlêkirin di nav xwe de gelek nimûneyên balkêş dihewîne. Ez dibêm qey wek berê nebe jî niha jî mirov dikare li ser tercîha navlêkiranan, li ser netew, civat û ruhê demê gelek tiştan bibêje. Di vê fragmanê de dixwazim wek nimûne ser du navan bisekinin ku ev nav û navên dişibin van navan ku êdi di nav kurdan de jî belavbûne.  Gor texmîn û çavderiyê min ji sala 2010an de navên wek, Berk, Aleyna, Aras, Kuzey, Arda hwd. hem li Tirkiyeyê hem li cem kurdan tên tercîhkirin. Helbet ev xwendina ku ser hin nimûmeneyan xwe diparêze sosyolojî û ekonomo-politîkayê ne ji bo herkesî têper e. Tenê hin pariyên çavdariyên min ên şexsî pêk tê ev metn. Ev nav êdî ji bo gelek kesan navên notr in, belkî gelek kes wek edet/moda van navan li zarokên xwe dikin.

[2] Ez van herdu navan di dewsa wan hemî navan da bi kar tînin, ew navên ku dûrî kurdî û çanda kurdî ne, lê dîsa jî di nav hinek kurdan de tê tercîhkirin. Qesta min ji wan navên ku li Tirkiyeyê bi saya hin kesên navdar, bi rêya rêzefîlm an fîman bûne mode. Lewma xwîner bi rihetî dikarin li şûna van navan wek navên Berk, Kuzey, Eslem, Kayra hwd. deyne.

[3] Bawer im navê Sawcî, Savcı Sayan tîne bîra gelek kesî. Bi çi niyetê ev nav lê hatibe kirin em nizani bin jî em dikarin li gor vê metnê hin texmînan bikin. Navê Savcı Sayan bo min yek ji delîla îddiayên vê metnê ye. Belê Savcı weke hevalnavê xwe qedara wî li pişt navê wî nema ew bi rev û rev, bi keft û left bi gelek tiştên erjeng gihişte mirazê navê xwe. Mesafeya navbera qedera xwe û navê xwe girt, lê navbera wî nasnameya wî bi vî awayî vebû. Mirov dikare bibêje di navbera van navan û nasnemeyên wan de hevgiriyeke beravajî heye.

Nivîskar/rojnameger
Mihemed Şarman