Freedom House: Hikûmeteke demokratîk ji muxalefeta sîyasî natirse

15/12/2022

Freedom House (Navenda Azadîyê) ya navend li Washingtonê ye cezayê li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatiye birîn şermezar kir.

Navenda Azadîyê ji Twitterê da zanîn ku biryara dadgehê ya ser Îmamoglu zerarê dide îradeya hilbijêran.

‘’Hikûmeteke demokratîk ji muxalefeta sîyasî natirse’’ Navenda Azadîyê nivîsî.

Wê sazîya sîvîl bang li dadgehê kir ku biryara ser Îmamoglu betal bike.

Dadgeheke Stenbolê do Çarşemê jiber heqareta li endamên lijneya hilbijêran 2 sal 7 meh 15 roj cezayê zindanê li Îmamoglu birî.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî, ku wek partîyeke pro-Kurd tê naskirin, di nav de muxalefeta Tirkîyê ser biryara dadgehê bertekên tund nîşan da.

Rêberên muxalefeta Tirkîyê dê îro Pêncşemê li Saraçxaneyê mîtîngekê çêkin.

Li ser Twitterê hin profîlên Kurd yên şopîner-zêde dibêjin ku divê Kurd neçin vê mîtîngê, lê hin jî piştgirîyê didin Îmamoglu.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Fransa dixwaze mîna Îtalya û Arjantînê kupayê li dû hev du caran rake

Weşana paşê

Hikûmeta Ukraynayê: Dawî li şerî tê, lê li helbestê nayê

Te hay ji vê heye?

Sê jinên din jî hatin kuştin

Sê jinên din jî hatin kuştin

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Çûkên Li Ber Firê

Rokê serê sibeyê em giş di

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê