Fransa dixwaze mîna Îtalya û Arjantînê kupayê li dû hev du caran rake

Fransa dixwaze mîna Îtalya û Arjantînê kupayê li dû hev du caran rake
Fransa dixwaze mîna Îtalya û Arjantînê kupayê li dû hev du caran rake
Botan Times
  • 14 Aralık 2022 22:16

Fransa, Fas bi skora 2-0 têk bir û bû fînalîsta Kupaya Cîhanê ya FIFA ya 2022yan.

Di maça fînalê de, roja Yekşemê, Fransa û Arjantîn dê li hember hev bilîzin.

Arjantînê di maça nîv-fînalê de Xirvatistan bi skora 3-0 têk biribû.

Ji fînalîstan, Arjantîn di 1978 û 1986an de, Fransa jî di 1998an û 2018an de kupaya cîhanê rakiriye.

Fransa dixwaze ku kupaya cîhanê li dû hev du caran rake ku berê Îtalya û Brezîlya wisa kirine.

Kaptanê Arjantînê Lionel Messi dide zanîn ku maça roja Yekşemê dê li Kupaya Cîhanê maça wî ya dawî be.