France 24: Kurd, miletê bêdewlet

France 24: Kurd, miletê bêdewlet
France 24: Kurd, miletê bêdewlet
Botan Times
  • 4 Ocak 2023 14:45

France 24ê di meseleyên Rojhiata Navîn de beşeke ser Kurdan çêkir.

Edîtorên France 24ê navê vê beşê ‘’Kurd, miletê bêdewlet: Têkoşîneke sedsalê bo otonomî û mafan’’ danîne.

‘’Kurd, li çar welatan belav bûne û li cîhanp koma herî mezin ya etnîk ya bê dewlet e.’’ France 24 dibêje.

Li gor France 24ê, bi kêmî ve 35 mîlyon Kurd hene û ew ji hilweşîna Împaratorîya Osmanîyan vir ve hewil didin ku dewleta xwe çêkin.

France 24 dide zanîn ku Îraq, Îran, Tirkîye û Sûrîyê zilm li Kurdan kirine.

Di rojên borî de welatîyekî Fransayê li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya ya li Parîsê 3 Kurd kuştin.

Bi vê êrîşa çekdarî û di pey re bi protestoyên şidet-têde û yên aştîyane Kurd ketin rojeva Fransayê.

Hin karbidestên Fransayê beşdarî li protestoyên Kurdan kirin û Tirkîyê ser vê rewşê nerazîbûna xwe nîşan da. 

Foto: france24.com, SS