Fotomodêla navneteweyî, Xoxê: Li Geverê ji min re dibêjin “ay tu çi kirêt î!”

Fotomodêla navneteweyî, Xoxê: Li Geverê ji min re dibêjin “ay tu çi kirêt î!”
Fotomodêla navneteweyî, Xoxê: Li Geverê ji min re dibêjin “ay tu çi kirêt î!”
Murat Bayram
  • 7 Mart 2021 19:36

Xoxê, fotomodêlek e ku wênegirên Eropî û Rûsî wêneyên wê yên hûnerî digirin. Xoxê ji Ortadogu Newsê re behsa çîroka xwe ya fotomodêlîyê kir.

Xoxê diyar kir ku ji ber rûyê wê dişibe wan kesên Afro-melez, ew ji bo wan rolan tê tercîhkirin. Wê diyar kir ku malbata wê piştgira wê ye lê carinan li medyaya civakî êrîş lê tê kirin.

Fîstanên etnîk

Ji ber ku dîtina min hinekê ji civakê cida ye hevalên min wêneyên min digirtin. Rojekê marqeyeka fîstanên etnîk jî xwest wêneyên min bigire. Ew yekem karê min bû. Paşê keyfa wan ji modêlîya min re hat. Keyfa min jî ji wêneyên hûnerî re hat.

Delalîyeka xweser a kurdan heye

Ez ji Geverê me. Min li zanîngehê beşa îktîsatê temam kir. Min planek nebû ku bibim modêl paşê, min demekê dît ez li Stenbolê modêlîyê dikim. Di civata modêlên Tirkiyeyê de jimara kurdan gelek zêde ye.

Wênegirên Ewropî pirtir rûyên ji Rojhilata Navîn tercîh dikin. Delalîyeka xweser a kurdan heye. Xetên rûyê wan dîyar û li hev hatî ne. Ez ji ber ku dişibim Afro-melezan yên rengên kurdbûnê li ser wan heyî ji min pirtir têne tercîhkirin.

Wênegirên Tirk jî pirtir tercîh dikin bi modêlên Rûs re kar bikin.

Ev çi por e?

Dema ez diçim Geverê xelkê wê derê dibêjin. “Ay çi kirêt î, ev çi por e!

Li setê jî dema ez dibêjim ez Kurd im ti kes bawer nakin. Rojekî dema min ji bo Avonê modêlî dikir, lîstikvana bi navê Ezgi Mola jî hatibû. Hat rexa min û ji min pirsî:

“Tu Tirkî dizanî?”

Min got wê, belê.

Got “tu ji kû yî?” Min jê re got “ez ji Colemêrgê me.” Kenîya paşê ji yên derdora xwe pirsî û got “erê kê navê bajarê Colemêrgê hînî vê xanimê kiriye.” Paşê dît ku ez nakenim û min jê re got bi rastî jî ji Colemêrgê me.

Çanda lînçkirinê

Malbata min piştgiriya min dike.  Xelkê li derdora min jî piştgirên min in. Lê li medyaya civakî çanda lînckirinê heye. Dibêjin “tu xwe dikî meta.” Ya rastî nêrîna wan li ser metakirina jinan e, heke jinek çarikekê jî li xwe bike û her derên xwe bigire jî ew bixwazin wê jinê bikin meta dê welê bibînin.

Wêneyên min wêneyên modêlîya cil û bergên rojane û yên hûnerî ne.

Hin mêr ji min re dinivîsin, dema ez bersiva wan nadim bi ser nasnameyên min ên kurdbûn û jinbûnê de hewil didin min lîç bikin.

Dibêjin: “Ma tu şerm nakî? Tu kurdeka asîmîlebûyî yî? Ev çi kurdbûn e….”

Rêya gelek delalan tê girtin

Gelek keç û kurên delal ên kurd hene. Dikarin di dinyayê de nav bidin, bi nav û deng bibin. Lê navê modêlîyê ew qasê pîs û kirêt tê nîşandan ku ew nawêrin bibin modêl. Rêya wan tê girtin. Heta ku modêlî wek “laşfiroşîyê” tê nîşandan.

Halbûkî wêne û modêlî hûner in û divê em jê netirsin.

Qalip şikestine 

Van demên paşiyê qalibên delalîya modêlan şikestîye. Ev min gelek keyfxweş dike. Êdî heman qalibên dişibin hev nayên tercîhkirin. Marqeyên mezin li rûyên karakterîstîk ên cida digerin….

Hevpeyvîn: Murat Bayram

[email protected]