Pêşîyên me ser Adarê û berfa wê gotinên mehnedar kirine. Geh gotine berfa Adarê da ser gulîyên darê û nema heta danê êvarê. Geh gotine bi berf e Adar e ne germ e ne sar e, geh jî gotine Adar e heya nîvro sar e nîvro şûnde êvar e.
Diyarbekir berfa Adarê îsal di roja dawî ya mehê de dît.
Li Meydana Daxqapîyê çîçek û berf..
Kedkarek li binê berf û baranê dilezîne, ji wêde kalemêrek.
Zarok ber bi mektebê ve zilam ber bi camîyê ve..
Berf dişidîne.
Li sûkeka Sûrê.