Fînalîsteke Kupaya Cîhanê Îro Bêlî Dibe

13/12/2022

Fînalîsteke Kupaya Cîhanê ya FIFA ya 2022yan dê îro Sêşemê bêlî bibe.

Di maça pêşî ya nîv-fînalê de Arjantîn û Xirvatistan dê li hember hev bilizîn.

Arjantîn û Xirvatistan di Kupaya Cîhanê de heta niha du caran hatin hemberî hev.

Di maça 1998an de Arjantînê, Xirvatistan 1-0 têk biriye û di maça 2018an de jî Xirvatistan bi 3-0 bi ser ketiye.

Arjantînê di 1978 û 1986an de kupaya cîhanê rakiriye.

Xirvatistan di turnuvaya dawî de, ku di 2018an de çêbûbû, li fînalê listîbû.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Her Roj bi Deh Hezaran Kes Diçin Taxa Guneştekîn

Weşana paşê

PSK Dijî Metamfetamînê Banga Avakirina Platformekê Dike

Te hay ji vê heye?