Fîlmên ku vê hefteyê dê werin nîşandan

17/03/2023

Di vê hefteyê da 10 berhemên di cureyên komedî, anîmasyon, aksîyon û tirsê dê li salonên sînemayê bên nîşandan.

John Wick 4

Rêzefilma “John Wick” ji destpêka filma xwe ya yekem vir ve eleqeyek mezin ji alîyê sînemahezan ve dîtibû. Fîlma nû ya “John Wîck 4” jî dê vê hefteyê bên nîşandan.

Shazam! Fury of the Gods

Bily Batson piştî gotina peyva efsûnî “Shazam” vediguhere qehremanekî mezin. Ev fîlm jî behsa macerayan Batsonî dike.

“Asi”

Fîlma Asi ji alîyê Belçîka, Fransa û Luksemburgê ve hatîye çekirin. Fîlm îlhama xwe ji çîroka wan kesên ku di sala 2012-2015an da ji Ewrapayê ji bo şerê Surîyeyê çûne, digire.

“Mehkum 77”

Fîlma “Mehkum 77” ku derhênerîya wê Alberto Rodriguez kiriye di cureyê hêrsdarî û dramayê da cih digire.

“Louis Tomlinson: All of Those Voices”

Yekane berhema belgefîlm a vê hefteyê ye. Balê dikişîne ser rêwîtîya muzîkê ya Louis Tomlinsonî.

“Şuphe”

Derhênerê fîlma Brîtanî ya “Şubhe”ê Jamie Patterson kiriye. Di filmê da lîstikvanên Samantha Bond, Patrick Bergin û James Cosmo cih digirin.

“Harîs”

Derhênerê fîlmê “Harîs” ê Kadîr Genc e ku di nav fîlmên tîrsê yên heftayê de cih digire.

Fîlm, behsa zîlamekî dike ku ji bo deynên xwe dikeve pey xezîneyekê.

Cin Buyusu

Fîlmê “Cîn Buyusu” derhênerîya wê Batuhan Çelîkî kiriye. Fîlm qala jineka ku jiyana wê ji alîyê cinan ve dîbe kabûsekê, dike.

“Kahraman Kuyruklar”

Fîlma anîmasyon a bi navê “Kahraman Kuyruklar” bi Fransî hatiye çêkirin. Behsa çîroka mîşka wêrek Pattîe û hevalê wê yê pisîkê Sam dike. Ji bo rizgarkirina bajarê ku lê dijîn dest bi serpêhatiyeka dijwar dikin.

“Snow King Norm 3 : Famîly Vecation” 

Fîlm, rêzefîlm a jî aliyê Amerîkayê ve hatiye çêkirin. Çîroka Norm û malbatên wî vedîbêje. Norm û malbatên wî dema ku betlaneyê de ne û hewl didin taca wî ya dizî bibînin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Hikûmetên çar alîyê cîhanê astengîyan tînin li ser TîkTokê

Weşana paşê

Edîtorê bianet kurdîyê Aren Yildirim serbest bû

Te hay ji vê heye?

Traîlera fîlma ‘Demo Ke Pelê Gozan Benî Zer’ hat belavkirin

Traîlera fermî ya fîlma Dema Ke

Çîrok û Malên Zarokatiyê: Welatê Mirov ku der e? 

Ev pirs ne tenê ji bo

Sendroma Hanzee û ‘Kurdên Xayîn’ (!)

Kurdên ku bi salan li ser

Bi Rêya Fîlman Manîpulekirina Civakê

Piranîya rêzefîlmên tirkan enstrumanên muhendîsîya civakî