Fîlmên ku vê hefteyê dê werin nîşandan

Fîlmên ku vê hefteyê dê werin nîşandan
Fîlmên ku vê hefteyê dê werin nîşandan
Botan Times
  • 26 Mart 2023 11:07

Li Tirkiyeyê vê hefteyê 6 fîlm ketine vîzyonê û 3 jê ji derveyî Tirkiyeyê ne.

Di nav van fîlman da fîlma îtalî ya bi navê “Le Otto Montagne”(Heşt Çiya) derdikeve pêş.

Fîlmê “Le Otto Montagne” bi navê “Sekiz Dag” li Tirkiyeyê di vîzyonê da ye.

Senaryoya fîlmê ji romana bi heman navî ya Paolo Cognetti hatiye girtin.

Fîlmê dramayê ku derhêneriya wî Felix van Groeningen û Charlotte Vandermeersch li Festîvala Fîlman a Cannesê derket pêşberî temaşevanan û Xelata Taybet a Jurîyê girtîye.

Alessandro Borghi, Luca Marinelli, Filippo Timi û Cristiano Sassella di fîlmê da dilîzin.

Fîlm çîrokeke epîk e. Jiyanê li çar demsalan vediqetîni û sîh salan belav dike, nîşan dide.

Pietro û Bruno li Çiyayên Alpê di nav xwezayeke bêhempa da dema zarok in hev nas dikin. Pietro bajarî ye, Bruno jî çîyayîyek e. 

Di nav salan da her ku rastî hev tên hezkirin, windakirin, malbat û qedera xwe bi hev re parve dikin. 

Hemû fîlmên vê hefteyê:

– Le Nouveau Jouet / Derhêner James Huth

– Demon Slayer: Kimetsu No Yaiba / Derhêner Haruno Sotozaki / Anîmasyon

– Le Otto Montagne / Derhêner Feliks van Groenningen, Charlotte Vandermeersch

– Kestik Babacim / Derhêner Atakan Şatiroglu

– Gerçek Cinler 2 / Derhêner Onur Aldogan

– Motelde Katliam / Derhêner Musa Kuşçu

Çavkanî: Dîyarname