Filma Cîran ya Mano Xelîl dê li 4 bajar û navçeyekê bê nîşandan.
Cîran, li 250 feestîvalan hatîye nîşandan û zêdetirî 70 xelatan wergirtîye.
Derhêner Bilal Korkut li ser hesaba xwe ya instagramê da zanîn ku ev film dê li 4 bajaran û navçeyekê bê nîşandan û derhênerê wê Mano Xelîl jî dê hazir be.
Herwiha wî destnîşan kirîye ku dê di proseya nîşandana filmê da ew jî dê ligel filmê be.
Cihên nîşandana filmê
Mêrdîn, 08.09.2024
Wan, 11.09.2024
Amed, 07.09.2024
Nisêbîn, 09.09.2024
Batman, 10.09.2024
Peyama Bilal Korkut ya derbarê filmê da
“Mzgîniyeke min heye: Fîlmê “Cîran” yê Mano Xelîl, piştî 250 nîşandana festîvalên navneteweyî û zêdetirî 70 xelatan, dê bi pêşkêşiya derhênerî li 5 bajaran derkeve pêşberî temaşevanan. Ez kêfxweş im ku ez ê di vê rêwîtiyê de bi fîlmê re bim. Tu jî ji bîr neke.”

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.