Fîlma derhênera me Semîha Yildizê dê li Hamburgê bê nîşandan

19/10/2021

12em Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê wê di 28ê Çiriya Pêşiyê de dest pê bike. Îsal di festîvalê de wê 40 fîlm werin nîşandan ku 4 jê metrajdirêj, 10 belgefîlm, 6 anîmasyon û 23 jî kurtefîlm in.

Yek ji wan fîlman Cudîyê Miradan e ku derhênera Botan Internationalê Semîha Yildizê çêkiriye. Fîlm dê 30ê Cotmehê bê nîşandan.

Saziya amadekar, festîval îsal diyariyî derhênerê Kurd, Rahîm Zahibiyî kiriye ku di 47 saliya xwe de li Îranê ji ber sedemên nediyar hatiye kuştin. Zabihî di sala 1971an de li bajarê Baneyê jidayik bûye. 17 fîlmên kurt, metrajdirêj û belgefîlm amade kirine. Gelek xelat wergirtine ku “Hawar” di Festîvala Fîlman a Clermont-Ferrandê de xelata baştirîn fîlmî standiye.

Festîval her weha di bin sernavê “4 parçe yek sînema”yê de wê pêk were ku armanc dike derhêner, lîstikvan û temaşevanên kurd bîne cem hev.

Festîval wê 28ê Çiriya Pêşiyê saet di 18.00ê de bi konsera Pervîn Çakar û Ertan Tekînî destpê bike. Heman şevê wê fîlmê “Azmûn” ê Şewket Emîn Korkî were nîşandan.

Di bernameya festîvalê de her weha wê bi beşdariya derhêner û lîstikvanan gotûbêj pêk were û festîval wê bi nîşandana fîlmê Ferît Karahanî yê bi navê “Okul Traşı” bidawî bibe.

Ji bo bernameya festîvalê bitikîne

Nûçe: Ferîd Demirel/bianet û Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Di bernameya Cotmehê ya Şanoya Bajêr a Amedê de çi heye?

Weşana paşê

Em êrîşên ji bo reşkirina Botan Internationalê şermezar dikin

Te hay ji vê heye?

Festîvala Kurtefîlman dest pê dike

19emîn Festîvala Kurtefîlman a Akbankê di

Fîlmên William Friedkinî tên Stenbolê

9 fîlmên Derhêner William Friedkinî 42yemîn