Fîlma Aforozê dê li 4 festîvalan bê nîşandan

03/08/2023

Kurtefîlma Aforozê dê li 4 fîlmefestîvalên navdewletî bê nîşandan.

Kurtefîlma Aforozê ya ku ji aliyê derhêner û akademîsyen Yılmaz Özdil ve hatiye nivîsîn û derhênan, dê li sê welat û 4 fîlmefestîvalan bê nîşandan.

Li ser hesaba Instagramê ya fîlma Aforozê hatiye ragihandin ku fîlm dê li Goya qualifying Cerdanya Film Festival (Spanya), Oxford Shorts (Brîtanya), Kraljevski Film Festival (Serbia) û Taste of Anatolia: Film From Turkey (Brîtanya) bête nimayîşkirin.

Kurtefîlma ku bi piştevaniya Sivil Düşün û Culture Civicê hatiye çêkirin, behsa rasthatina Zikoyê şevger û Lalo dike ku Zikoyê şevger di xewna xwe da tawanekê dike ku ev yek dibe sebebê aforozkirina wî ji gundê wî.

Aforoz, heta niha li çendîn festîvalên navdewletî hatiye nîşandan û xelatkirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Yekemîn serokwezîra jin a Tûnisê ji wezifeyê hatiye girtin

Weşana paşê

TÜİK: Enflasyona meha tîrmehê ji sedî 47,83 ye

Te hay ji vê heye?