Fînlandîya ev 6 sal in di nav lîsteya ‘welatên herî bextewar ên cîhanê’ da di rêza yekemîn da ye.
Ew niha amadekarîyê dike ku cîhanê ferî bextewariyê bike û dê ev yek bê pere bike.
Ofîsa fermî ya turîzmê yê wî welatî Visit Finlandê ragihand ku ew ê di 12-15 Hezîranê da gerek organîze bikin. Dê mesrefên gerê û dersên taybet her tişt belaş be.
Ji bo gera li Fîlandîyayê 10 kontejan hatiye veqetandin.
Kesên tevlî gerê bibin dê di vîlayên bi spa û sauna yên di nava daristanan da bimînin.
Wan kesan dê beşdarî atolye û semînerên bi mijara bextewariyê bibin, li ser girêdana bi xwezayê re dersên teorîk û pratîk jî bistînin.
Visit Finlandê şert û mercên serîlêdanê li ser malpera xwe ragihand.
Kesên bixwazin tevlî gerê bibin heta 2yê Nîsanê dikarin serîledanê bikin.
Berîya çend rojan ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve lîsteya welatên herî kêyfxweş û ne kêyfxweş yên cîhanê hatibû eşkere kirin.
Fînlandîya careke din di lîsteyê da bûbû yekemîn û 6 car in ku li pêy hev tê hilbijartin.