FIFA ser Qesab Nusret dest bi lêpirsînê dike

  • 23/12/2022
FIFA ser Qesab Nusret dest bi lêpirsînê dike
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

23/12/2022

Yekîtîya Federasyonên Futbolê yên Navneteweyî (FIFA) ser Qesab Nusret Gokçe dest bi lêpirsînê dike.

Dîmen û fotografên şeva fînalê raber dikin ku qesabê fenomen Nusret piştî maça fînalê ya Fransa û Arjantînê dadikeve sehayê û Kupaya Cîhanê radimûse.

Li gor qaîdeyên FIFAyê, bi tenê berpirsên yekîtîya federasyonan, serketîyên turnuvayê û serokên dewletan dikarin destên xwe bi kupayê bikin.

Berdevikekî FIFAyê ji BBC Sportsê re dîyar kir ku ew lêpirsînê dikin ku hin kes çawa şeva fînalê daketine sehayê.

Nusret, ku bi navê Salt Bae (Ava Şor) jî tê naskirin, xwestibû di merasîma kupayê de bi Messi re fotografan bikişîne û hereketên wê ketibûn rojeva futbolhezan.

Kupaya Vekirî ya Amerîka ji Twitterê ragihand ku wê fînala xwe li Salt Bae qedexe kiriye.

Medyaya Kurdî di sala 2017an de bal kişandibû ser Kurdbûna Nusret ku bi eslê xwe ji Erziromê ye. 

%d