FIFA ser Qesab Nusret dest bi lêpirsînê dike

23/12/2022

Yekîtîya Federasyonên Futbolê yên Navneteweyî (FIFA) ser Qesab Nusret Gokçe dest bi lêpirsînê dike.

Dîmen û fotografên şeva fînalê raber dikin ku qesabê fenomen Nusret piştî maça fînalê ya Fransa û Arjantînê dadikeve sehayê û Kupaya Cîhanê radimûse.

Li gor qaîdeyên FIFAyê, bi tenê berpirsên yekîtîya federasyonan, serketîyên turnuvayê û serokên dewletan dikarin destên xwe bi kupayê bikin.

Berdevikekî FIFAyê ji BBC Sportsê re dîyar kir ku ew lêpirsînê dikin ku hin kes çawa şeva fînalê daketine sehayê.

Nusret, ku bi navê Salt Bae (Ava Şor) jî tê naskirin, xwestibû di merasîma kupayê de bi Messi re fotografan bikişîne û hereketên wê ketibûn rojeva futbolhezan.

Kupaya Vekirî ya Amerîka ji Twitterê ragihand ku wê fînala xwe li Salt Bae qedexe kiriye.

Medyaya Kurdî di sala 2017an de bal kişandibû ser Kurdbûna Nusret ku bi eslê xwe ji Erziromê ye. 


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Kurteyên medyaya navneteweyî – NYT, Reuters, France24, AFP, The Guardian

Êrîşa li ser postexaneyê 30 kes kuştine Îsraîlê li Xezzeyê êrîşeka asmanî

Roya Rûtîn, Mirin û Nesîmî

Bi rutîna royê li xeberan dinêrim, ka çi heye çi tuneye, hedîse

HTSyê paşeroja Sûriyê aloz kir – NYT

Komeka çekdarî ya ku berê zêde nedihat naskirin, bi êrîşeka ji nişkê