Fexrîya Adsayê otobiyografîya Gandhi wergerandîye kurdî

Fexrîya Adsayê otobiyografîya Gandhi wergerandîye kurdî
Fexrîya Adsayê otobiyografîya Gandhi wergerandîye kurdî
Botan Times
  • 7 Nisan 2023 08:39

Weşanxaneya Avestayê ragihand ku Wergêr Fexrîya Adsay otobiyografîya Gandhi wergerandîye kurdî.

Weşanxaneyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyamekî “Otobiyografiya Gandhi êdî bi kurdî ye.” bang li xwendevanan kir.

Pirtûka bi navê “Serpêhatiya Tecrubeyên Min ên bi Heqiqetê re” niha li ber çapê ye.

Fexrîya Adsay kî ye ?

Li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê. Lîsansa xwe li Enqerêyê li Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî (METU) di beşa dîrokê da qedandiye. Li Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê di beşa sosyolojiyê û li Zanîngeha Mêrdînê ya Artukluyê di beşa Ziman û wêjeya Kurdî da master kiriye. Pirtûka wê Yezidi Kadınlar: Kültürel Sınırların Edilgen Taşıyıcıları sala 2014an da ji alîyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin. Ji îngilîzî bo kurdî wergeran dike.

Fexrîya Adsayê ji Botan Timesê ra behsa wergerandina pirtûka Golda Meîre û Cihû û Kurdan kiribû: