Festîvala Kurtefîlmên Kurdî “Kurt û Kurmancî”dest pê kiriye

1emîn Festîvala Kurtefîlmên Kurdî “Kurt û Kurmancî” destpê kiriye. Festîval online ye, di festîvalê de fîlmên 1 deqîqeyî û kêmtir in têne nîşandan. Kesên dixwazin temaşe bikin dikarin ji malpera festîvalê temaşe bikin û temaşevan dikarin dengê xwe bidine fîlmên jê hez kirine. 47 fîlm ji bo festîvalê hatine şandin û ji nava wan 16 […]

Festîvala Kurtefîlmên Kurdî “Kurt û Kurmancî”dest pê kiriye
Festîvala Kurtefîlmên Kurdî “Kurt û Kurmancî”dest pê kiriye
Vahdet Uçar
  • 11 Ocak 2022 07:12

1emîn Festîvala Kurtefîlmên Kurdî “Kurt û Kurmancî” destpê kiriye. Festîval online ye, di festîvalê de fîlmên 1 deqîqeyî û kêmtir in têne nîşandan. Kesên dixwazin temaşe bikin dikarin ji malpera festîvalê temaşe bikin û temaşevan dikarin dengê xwe bidine fîlmên jê hez kirine.

47 fîlm ji bo festîvalê hatine şandin û ji nava wan 16 fîlm hatine hilbijartin ji bo nîşandanê. Hemû fîlmên hilbijartî li ser malpera mihrican.sinemayakurdi.net-ê hatine weşandin. Temaşevan dikarin heta mehekê li ser wê malperê li fîlman temaşe bikin û dê bikaribin dengê xwe bidin fîlman. Di encama vê dengdanê de wê fîlmên serkeftî werin hilbijartin. Lê her temaşevane wê tenê bikaribe dengê xwe bide fîlmekî. 

Festîval bi hevkarîya “sinemayakurdi.net” û “Tor Fîlm”ê tê li dar xistin. Mijara fîlmên di festîvalê de “zimanê kurdî” ye. Ev mijar ji bo balkişandina rewşa zimanê kurdî ji hêla ekîba festîvalê ve hatiye hilbijartin. Serîlêdanan di Gulana 2021an de dest pê kiribû û di meha Tebaxê de bi dawî bûbû lê paşî heta 31ê Kanûna Pêşîyê hatibû dirêjkirin serîlêdan.

Di dawîya festivalê de dê xelat ji bo beşdarên serketî bê dayîn, her xelatek 500 Euro ye. Herweha dê ji van fîlmên serketî jî tenê fîlmek plaketeka taybet, xelateka taybet werbigire.

Rêveberê malpera sinemayakurdi.net-ê Ferhat Baysalî destnîşan kiriye ku wan ne xwestiye komeke jûriyê biryarê bide, bila temaşevan bibin jûrî.  

Filmên hatine neqandin wê bi qasî mehekê li ser malperê bin û kesên bixwazin bi hêsanî wê bikaribin li filman temaşe bikin û deng bidin filman.  Festîval wê heta 10ê Sibata 2022yê dewam bike. 

Fîlmên neqandî:

Filmên ji bo festîvalê hatine neqandin ev in: Hişê Zarok-Fırat Yavuz, Reşê – Felat Diljîn, Sms – Zanyar Mihemmedînko, Xwekuştin-Huseyîn Denlî, Vegera Giyan-Bêrîvan Karatorak, (Ne) Ji Welat-Adar Taş, Zar-Delîl Remedan, Êdî Bêyî Tîrs – Ridvan Diharo, Dema Niha – Ali Cikkan, Kîme Ez-Yıldırım Aslan, Nîne-Hoşîn Îssa, QWX-Nurullah Akcan, Tercûme-Omer Faruk Baran, Dem û Dewran-Resûl Bafeyî, Li Malê – Xelîl Akgul, Teriya Kûçik-Zelda Sarya

Ji bo temaşekirinê û dengdayînê hûn dikarin lînkê bitikînin: https://sinemayakurdi.net/mihricana-filman-a-kurt-u-kurmanci/

https://sinemayakurdi.net/mihricana-filman-a-kurt-u-kurmanci/