Festîvala Kurtefîlman dest pê dike

19emîn Festîvala Kurtefîlman a Akbankê di 2yê Gulanê da dest pê dike. Festîval dê li Akbank Sanat a li ser Kolana Taksîma Beyogluya Stenbolê li dar bikeve.

Ji bo festîvala îsal ji Tirkîyeyê û ji welatên din bi giştî ji 71 welatan 2237 kurtefîlmî serîlêdana xwe kiriye. Di nav van da ji 36 welatan 88 kurtefîlm û 3 fîlmên metrajdirêj hatine hilbijartin. Kurtefîlmên hatine hilbijartin dê bikevin pêşbazîyê jî û yên serketî dê bên xelatkirin. Di bernameyê de derhênerên kurd jî hene.

Festîval dê di 12ê Gulanê da bi dawî bibe.

Nîşandayîna kurtefîlman, beşdarîya atolye û semîneran bêpere ye. Lê ji ber cih teng e, ji bo semineran berî destpêkirinê yên bixwazin divê herin vexwendnameya xwe bigirin.