Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê îro dest pê kir

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê îro dest pê kir
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê îro dest pê kir
Botan Times
  • 24 Mart 2022 13:58

Duyemîn Festîvala Filmên Kurdî ya Stenbolê îro bi pêşandana filmê “Kurdên Êzidî” dest pê dike.  

Festîval dê heta 29ê adarê bidome û mîhrîcan dê li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş a Şîşliyê dest pê bike. Festîval, îro saet di 19.00an de bi pêşandana fîlmê “Kurdên Êzidî” yê Amasî Martirosyan ku di 1933yan de kişandibû dest pê dike.

Piştî pêşandana fîlmî jî dê Koma Aryen derkeve ser dikê û piştre jî dê kokteyl bê dayîn.  Festîval, ji hêla Kolektîfa Sînemayê ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) ve tê organîzekirin û fîlmên kurdan ên ji ber sansûr û qedexeyên heyî yên li Tirkiyeyê hatine çêkirin dê pêşkeşî temaşevanan bên kirin. Di mîhrîcanê de derhêner û temaşevan bên ba hev û her wiha dê forum bên lidarxistin.