Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê di 24ê Adarê de destpê dike

2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya stenbolê di 24ê meha Adarê de dê dest pê bike. Festîval dê 6 rojan berdewam be û nêzîkî 30 fîlman dê bêne nîşandan. Komîteya hilbijêr dane zan3in ku 80 fîlm ji bo festîvalê ji wan re hatine lê komîteyê 30 fîlm ji wan hilbijartine. Di nava van 30 fîlman de […]

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê di 24ê Adarê de destpê dike
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê di 24ê Adarê de destpê dike
Botan Times
  • 5 Mart 2022 10:24

2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya stenbolê di 24ê meha Adarê de dê dest pê bike. Festîval dê 6 rojan berdewam be û nêzîkî 30 fîlman dê bêne nîşandan.

Komîteya hilbijêr dane zan3in ku 80 fîlm ji bo festîvalê ji wan re hatine lê komîteyê 30 fîlm ji wan hilbijartine. Di nava van 30 fîlman de fîlmên metraj-kurt, metraj-dirêj û belgefîlm hene. Temaşevan heta 29ê Adarê dê bikaribin li van fîlman temaşe bikin. Her weha wê bi beşdarbûna derhênerên fîlman civîn pêk werin. 

Bername wê 24ê Adarê bi nîşandana filmê “Kurdên Êzidî” destpê bike. Amasi Martirosyan ev fîlm di sala 1933yê de kişandiye û heta niha li Tirkîyeyê û li deverên din ên kurdan nehatiye nîşandan.

Bernameya vekirin û girtina festîvalê wê li Navenda Çandê ya Şîşliyê li dar bikeve. Ji bilî van herdu bernameyan wê fîlmên din li Sînemaya Beyoglû Majestîkê werin nîşandan. Di bernameya festîvalê de ji bilî nîşandana vê fîlmê di şeva yekem de wê konserek bê li dar xistin.

Di çarçoveya forûmekê de ji her qadên sînemayê, sînemagerên Kurd bên ba hevdû û li ser sînemaya Kurdî û pirsgirêkên wê nîqaş bikin. Bernameya festîvalê wê paşê were aşkerekirin.