Festîvala Fîlman a Navnetewî IKSV li benda serîlêdanan e

  • 24/12/2021
Festîvala Fîlman a Navnetewî IKSV li benda serîlêdanan e
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

24/12/2021

41emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Stenbolê IKSV sala bê dê di navbera 8-19ê Avrêlê de li dar bikeve. Niha serîlêdana Festîvlê dest pê kiriye û dê heta 21ê Çileya 2022an berdewam be.

Serîlêdana Festîvalê ji mînakên sînemaya cîhanê yên ku herî zêde li ser tên axaftin bigire heta berhemên nû yên sînemayê, ji fîlmên xelatgir ên ku di festîvalên navneteweyî de promiyera xwe nîşan dane heta klasîk û keşfên nû, heta bi şaheser û fîlmên kult ên derhênerên bi nav û deng, ji hevpeyvîn, pêşandanên taybet û axaftinan re jî serîlêdan vekirî ye.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ji sala 1982yan ve tê lidar xistin. Sala bê dê 41emîn car li dar bikeve. Di beşa Sînemaya Tirkiyeyê de beşên pêşbaziyê yên wekî Pêşbaziya Neteweyî ya Fîlmên Metrajadirêj, Pêşbaziya Neteweyî ya Belgefîlman, Pêşbaziya Neteweyî ya Kurtefîlman hene.

Di festîvalê de di nav lijneya şêwrê ya Sînemaya Tirkiyeyê de nivîskarên sînemayê Engin Ertan, Kaan Karsan, Nil Kural û Esin Kuçuktepepinar hene. Di nav lijneya ji bo kurtefîlman de jî Oyku Canli, Serdar Kokçeoglu, Ahmet Togaç hene. 

Ji bo fîlmên metrajdirêv divê ji 60 deqîqeyî dirêjtir, ji bo kurtefîlman jî divê kurtefîlm ji 20 deqîqeyî kêmtir bin. Her wiha belgefîlm jî divê bi ser 30 deqîqeyî re bin. Beşdar û serîlêder tenê ji ser înternetê dikarin serî li Festîvalê bidin.

%d