Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Festîvala Fîlman a Kobanî dest bi wergirtina fîlman kiriye

20/05/2023

Çaremîn Festîvala Fîlman a Kobanî ya Navneteweyî dest bi wergirtina serlêdanên fîlman kiriye.

Festîval dê îsal di navbera 09 -10ê Îlonê dest pê bike û dê di festîvalê da xelatan belav bike.

Hemî filmên romanî, belgefilm û anîmasyon, ên ku dirêjayîya wan tevî pêşdîmenê û paşdîmen dê ji 30 deqîqeyan zedetîr nebin. Fîlmên bêne şandin divê di navbera 2020-2023yan da hatibin, kişandin.

Wergirtina fîlman heta roja 1ê Tîrmeha 2023yan berdewam bike.

Festîvala Kobanîyê ya Navneteweyî ya Sînemayê di bingeha xwe da ramanek bû ku komek pispor û derhênerên sînemayê li ser xebitîn da ku festîvaleke navneteweyî ya fîlman bi navê Kobaniyê -ku dê çanda sînemayê bi pêş bixe- damezirînin.

Festîval di sala 2020an da bi hevkariyên kesane yên damezrînerên wê li Elmanyayê di dema kirîza COVIDê da hate birêxistin. Festîvalê di xula xwe ya berê, di sala 2022an da, zêdetirî 300 fîlm ji çaraliyê cîhanê û bi zimanên cûrbecûr wergirtin. Herwiha, filmên serkeftî di 9-10 Îlona 2022an da li bajarê Bochum ê Almanyayê bi beşdariya derhêner, lîstikvan, pispor û hezkiriyên sînemayê yên ji netewên cuda di merasîma bidawîkirinê da hatin pêşandan .Di festîvalê da perwerdekirina ciwanan li ser çanda sînemayê û ronîkirina behreyên lîstikvan, derhêner û sînemageran tê armanckirin.

Festîvala Kobaniyê ya Navneteweyî ya Sînemayê


Ji bo serîlêdanê li vir bikirtînin

https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSdJ_6gb3e3ZjgAixhs3l3i05Pu1-WvyNN3d0A3IrE2yFiqFmg/viewform

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan