Festîvala çand û hunerê ya jinan, bi navê Jina Azad Hunera Azad li Êlihê 21 û 22yê Cotmehê dest pê dike.
Festîval bi hevkarîya organîzasyona Sanatçayê tê lidarxistin.
Di festîvalê da 8 bernameyên wekî pêşangeh, panel, nîşandana fîlman, danasîna cil û bergên gelêrî lewendî, konsert, kargeha zarokan, dîwana dengbêjan û şano cih digire.