Fermandarê giştî yê HSD: Zîyanên mezin digihînin sivîlan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser êrişên Tirkîyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, li ser hesaba xwe ya Xê peyamek belav kir.

Tirkîyeyê herî dawî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, êrişî navendên xizmetguzarî, stratejîk, tendurîstî û bazirganiyê kiribû.

Li gorî nûçeya Rûdawê ku ji peyama Mazlûm Ebdî ya li ser Xê wergirtîye, êrişên Tirkiyeyê yên îro li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê, derbasî qonaxeke metirsîdar bûne û li dijî jêrxane û dezgehên sivîl berfireh bûne.

Bi gotina Ebdî ew êrişên Tirkîyeyê aramîya herêmê ji nav dibe û metirsîyan bêhtir dikin û ziyanên mezin digihînin sivîlan.

Ji bo agahîyên berfirehtir bitikîne.

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times