E-kitêba zanistî valahiyên terminolojîk tije dike
Ferhenga Termên Derûnnasiyê (Dictionary of Psychology) ya bi zimanê kurdî, ji aliyê Brahîmê Alûcî ve hatiye amadekirin û di Gulana 2025ê de li Mêrdînê weke e-kitêb hatiye weşandin. Ev ferheng armanc dike ku têgehên bingehîn û sereke yên derûnnasiyê bi kurdî pêşkêş bike.
Têgehên zanistî
Di naveroka ferhengê de, têgehên cida yên derûnnasiyê ji têgihîştina bingehîn a hişê mirovî heta şaxên derûnnasiyê, weke derûnnasiya klînîkî, derûnnasiya civakî, û derûnnasiya geşedanê, bi awayekî hêsan hatine şîrovekirin. Her têgeh bi terma xwe ya îngilîzî hatiye diyarkirin da ku xwîner karibin têkiliyê di navbera zimanê kurdî û terminolojiya navneteweyî de çêbikin.
Çavkaniyên bingehîn
Ferheng bi hewldaneke hevpar a pisporên zimanê kurdî û derûnnasiyê hatiye amadekirin û termên wê ji çavkaniyên weke Kovara Derûnnasiyê ya Kurdî û Ferhenga APA Dictionary of Psychology hatine wergirtin. Armanca ferhengê ew e ku bibe bingehek ji bo xebatên dî yên di warê derûnnasiyê de bi zimanê kurdî.
Amadekarê ferhengê, Brahîmê Alûcî, ji beşdaran spasî kiriye û hêvîdar e ku ev xebat bibe ronahiyek ji bo lêkolînên zanistî yên bi zimanê kurdî.
Botan Times
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.