Fentanîl bi deh hezaran Amerîkî dikuje

21/12/2022

Daîreya Têkoşîna Dijî Hişbiran ya Amerîka (DEA) ragihand ku wê îsal dest danîye ser 379 mîlyon heb fentanîl.

Karbidestên Amerîkî dibêjin tesîra fentanîlê 50-100 qat ji eroînê zêde ye û dîyar dikin ku ew hişbira herî kujer e.

DEA dîyar dike ku piranîya fentanîlê ji Meksîkayê tê Amerîka.

Par zêdetirî 100 hezar Amerîkî bi hişbirên zêde canên xwe ji dest dan ku ji sê paran du parên wan jiber fentanîlê miribûn.

Di rojên borî de, PSKê jî ser karanîna hişbiran hişyarî dabû û banga avakirina platformeke dijî hişbiran kiribû.

PSK dabû zanîn ku li bajarên Kurdan herî zêde li Amedê hişbir têne karanîn û bal kişandibû ser talûkeya metamfetamînê.

Wê partîyê dîyar kiribû ku metamfetamîn tîryakîbûnê çêdike û jiber ku erzan e zû belav dibe. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Ciwanên berzewac bo zêran bikirin ji bankayan kredîyan dikişînin

Weşana paşê

Babacan: Înternet wê bo ciwanan belaş be