Miletwekîla Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Batmanê Feleknas Uca ji Twitterê vîdeoyeke kin ya axaftineke xwe ya bi Kurdî weşand.
Uca bi etîketên GaspVar (Xesp Heye) û HDPHalktir (HDP Gel E) li ser vîdeoyê ‘’Em disa dubare dikin. Hûn têk diçin em tên’’ nivîsî.
Di vîdeoyê de Uca dibêje ‘’HDP tê, HDP wê azadîyê, wê yekîtîyê, wê serkeftinê bîne vî welatî’’
Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê duh Pêncşemê daxwaze ser blokekirina hesabên alîkarîya xezîneyê ya bo HDPê qebûl kir.
Wê dadgehê mehek dem daye HDPê ku parastina xwe bike.