Min beşa Ziman û Edebiyata Kurdî xwendiye lê niha mêşvanîyê dikim

Min beşa Ziman û Edebiyata Kurdî xwendiye lê niha mêşvanîyê dikim
Min beşa Ziman û Edebiyata Kurdî xwendiye lê niha mêşvanîyê dikim
Murat Bayram
  • 14 Ekim 2016 19:08

Vahdet Uçarê li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê, li beşa Ziman û Edebiyata Kurdî xwendina xwe temam kiriye niho li gundê xwe, digel bavê xwe mêşvanîyê dike.

Li pênc zanîngehan beşa ziman û edebiyata kurdî heye, her sal xwendekar, xwendina xwe temam dikin lê dewlet wan wezîfedar nake.

Ortadogu Newsê berê xwe da çîroka jiyana yek ji wan xwendekaran.

Ez û bavê xwe çawa bûn mêşvan?

Mêşvanî(mêşên hingîv) seruweneke nû ye di jiyana min de, lê di ya malbatê de na. Bavê min mêşvanê 25-26 salan e yanî tecrubeya wî a mêşvanîyê ji emre min zehftir e.

Karê bavê min melatî ye esasen lê mirovekî wiha ye go ji her kar û barên gundan fam dike, ji heywanan heta nebat û daran, van karan bi hezkirin ji bo hezkirine dike.

Erê min go kare wî ê esasî melatî ye lê bi qasî melatîya wî jî hema bêje tecrubeya wî li ser mêşvanîyê heye, mêşvanîya wî jî wiha dest pê dike; piştî go gundê wan tê şewitandin û demekê bavê wî wefat dike, di wî wextî de jî bavê min zewicî ye û li gundeki din melatîya zekatê dike, piştî vê buyerê hin gundî xeberê didin bavê min dibên 1-2 kuwark mêşên bavê te hebûn li nava rezî here wan bibe ba xwe heyf in xebînet in, li ser vê yekê diçe mêşên bavê xwe tîne gel xwe û ji wir û pêde tim herî kêm kuwarkek mêşên bavê min çêdibin go li wan binêre.

Hema têra malê, têra derman hungiv ji xwe re derdixin. Ew wiha dest bi mêşvanîyê dike, ger gund neşewitîba belkî tu caran hewce nedidîtin go wan kuwarkan bînin û wê bavê min wiha dest bi mêşvanîyê jî nekiriba.

Çima mêşan zede nekim?

Helbet heta berî 3-4 salan me ti caran navê mêşvanîyê bi bavê xwe re hilnedabû, lewra karekî wî hebû, ew mela bû hetaaaa 2016an. Ew jî wek gelek kesan bi KHKyê ji karê xwe hate avêtin, gava wiha bû lazim bû em tiştinan bikin ji bo debara xwe bikin, bi awayekî rihettir.

Wî wextî go çima ez mêşên xwe zêde nekim û hungiv nefiroşim? Û bi wî şeklî hejmara kuwarkên xwe roj bi roj zêdetir kirin û dest bi firotina hungiv kir, kiryarên wî nas û dost bûn.

Ez mêşvana fermî me

Di vê navberê de me dixwest em vî karî mezintir bikin, ji bo wê havîna 2019an ez û bavê xwe ketin lêkolîn û pirsiyarê û me dî go ev kar bi awayekî fermî bimeşe kar kirin û bar kirin rihettir û baştir e û em rabûn me kare mêşvanîyê li ser navê min xiste fermîyetê de.

Wê rojê min ji xwe re got ez ê xwe hînî vî karî bikim û di vê rêyê de bavê xwe bi tenê nehêlim, ez ê pê re bimeşim! Û niha hem kar û barên fermî ez li ser navê xwe bir ê ve dibim û xwe li ber destê bavê xwe perwerde dikim. Lazime ewil bi twcrûbe û zanina bavê xwe bikemilim, erê bavê min ji henekî ve ji min re dibê ‘’Patron Xanim’’ lê esil patron jî, esil mamoste û zana jî ew e.

Hîn jî ji bo em bibin kooperatîfeke mezin û bikevin bazareke mezin 2-3 sal wext dixwaze bê guman lê me êdî karekî malbatî daye pêş xwe û bawerim em ê navê xwe bi mêşvanîyê bidin nasîn, bibin marqeyeke kurd a bin av û deng di bazarê de. Hêvî dikim hemû gelê kurd, bi taybet jinê kurd li welatên xwe bi mal û milken xwe karen baş û bi fêde bikin ji bo xwe û gelê xwe. Bi kar û xebatên xwe yên serkeftî navê kurdan li cîhanê berbelav bikin ji bo vê jî hewce dike go karê kî çi be hewl bide go yê herî baş û bi qelîte ew be. Ez jî dixwazim weke jineke ciwan a kurd karen go xwendina min j imin re tîne jî bikim û ji bazara bazirganîyê jî kêm nemînim.

Xwendina zanîngehê

Min havîna 2019an zanîngeh xelas kir, beşa ziman û wêjeya kurdî, û niha bê kar im. Lê wextê min dest bi xwendina beşe kir jixwe min dizanî wê ne hêsan be go ez piştî zaningehê karekî bibînim, divê ez xwe bi xwe baş perwerde bikim, pêş ve bibim, û karekî li gor dile bi dest bixim. Yek ji karen di dile min de helbet mamostetîya zimanê kurdî ye, go ji xwe mebest ev bû; hînbûn û hînkirina zimanê kurdî.

Lê min niyet nîne xwe di carekî de bavêjim nava vî karî, ji bo mamostetiyê bikim divê ewil di akademîyê de xwe bînim astekê, min ev şert daniye ber xwe.

Hêvî dikim go em ê di pêşerojê de bibinin go li welatekî azad jiyan ji me kurdan re hêsantir û xweştir bûye, welatekî bi zimanê dayîkê kemilandî.

Min potansiyela rojnamegerîyê bi xwe re dît

Karekî din jî go ez lê germ bûme û dixwazim bikim bêguman rojnamegerî ye, berî du salan min tu caran xwe din ava medyayê de xeyal nekiribû, ta ku ez havîna 2018an ji bo staja rojnamgerîyê çûm Bianetê û li wir bi alîkarî û perwerdekirina  edîtorên Kurdî ên Bianetê Mirad Bayram û Ferîd Demirel min dît go ez hez ji vî karî dikim, min ew potansiyel bi xwe re dît.

Ez wisa texmîn dikim go hilbijartin an rêya min î kar çi be jî, ji rojnamegerî û medyayê dûr nekevim tu carî. Miheqqeq kêm caran be jî ez ê carcarinan xwe dîq bikim.

Îcar tişteke din heye go tu eleqeya vê bi van karan re û bi kurdî re tune ye, lê te dî me kurdî ji xwe re kiriye armanc di her warî de. Lewra heger rojekî em di vî karî de jî serkeftî û bi navûdeng derbikevin bê guman em ê dîsa hewl bidin go ew deng bi kurdî û li ser navê Kurdistanê bilind bibe.

Hevpeyvîn: Murat Bayram

[email protected]