Demîrtaş: Ez dikarim bi Erdogan û Bahçelî re jî biaxivim

23/12/2022

Hevserokê berê yê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Selehatîn Demîrtaş dîyar kir ku ew dikare bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî re jî rûne.

Demîrtaş di roportaja T24ê de got ku armanca wî dermankirina derdên milet e, û ew bo wê dikare bi rêberên partîyên din yên wek Erdogan û Bahçelî re bide û bistîne.

Demirtaş dîyar kir ku ew Seroka Partîya Îyî Meral Akşener jî di nav de dikare herkesî guhdar bike.

“Ez sîyasetvanekî ji xwe bawer im, baweriya me bi fikrên me û bi projeyên me tê. Em dikarin herkesî guhdar bikin.” Demîrtaş got.

Li ser pirsa HDP li namzetiya Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu çawa dinêre, Demîrtaş dîyar kir kir ku kesê ku girêdayî prensîbên demokrasîyê be û wan pêşve bibe û deng û piştgirîya HDPê bigire û bal kişand ku di nav wan de Kiliçdaroglu jî heye.

Akşener û Kiliçdaroglu rêberên muxalefeta bi 6 partî ne ku HDP heta niha ne bi wan re ye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

FIFA ser Qesab Nusret dest bi lêpirsînê dike

Weşana paşê

Google: Şirnexî û Mêrdînî li dolaran digerin

Te hay ji vê heye?

Bahçeli: Bila Ocalan bê li TBMMyê biaxive

Ev çend roj in nîqaş û

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Çûkên Li Ber Firê

Rokê serê sibeyê em giş di

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê