Eyfel bi rengên kesk û sor û zer nehatiye ronîkirin: BotanTeyîd

Eyfel bi rengên kesk û sor û zer nehatiye ronîkirin: BotanTeyîd
Eyfel bi rengên kesk û sor û zer nehatiye ronîkirin: BotanTeyîd
Murat Bayram
  • 8 Ocak 2023 12:16

Li hesabên medyaya civakî wêneyek hatiye belavkirin ku tê de tê diyarkirin Birca Eyfelê bi rengên kesk û sor û zer hatiye xemilandin.

Lê ev ne rast e.

Ji kamêreyên 24 seetan li Birca Eyfelê dinêrin dîyar dibe ku şeva dî bi tenê bi rengê zer hatiye ronîkirin.

Bi kamêreyê bibîne: Skyline WebCams

Eyfel şeva dî bi vî rengî dixweya

Malpera Kedistanê 01.01.2023yê ev wêne parve kiriye û bi notekê diyar kiriye “ev wêne fotomontaj e.”

Lê paşê hin bikarhênerên medyaya civakî heman wêne wek rastî be weşandiye.

Wêne ne cara yekem e ku tê weşandin. 30.10.2022yê jî hesabekê bi navê Paris Shop heman wêne parve kiriye.

Gelo alaya Malîyê ye?

Sala 2015ê piştî bûyereka dîlgirtinê li Malîyê 27 kes miribûn. Bûyer 13ê Çiriya Paşiyê pêk hatibû û hatibû îdiakirin ku 15ê heman mehê Eyfel bi rengên alaya Malîyê hatiye ronîkirin.

16ê Çiriya Paşiyê, Şaredariya Parîsê televizyona Fransayê, Franceinfo TV piştrast kiriye ku Eyfel 16ê mehê bi rengên alaya Fransayê, Şîn, spî û sor hatiye ronîkirin.

Dîroknasa Tirk Ayşe Hur jî yek ji wan kesan e ku îdia kiriye Eyfel sala 2015 ji bo piştgirîya Malîyê bi rengên kesk û sor û zer hatiye ronîkirin

Me wêneyê fotomontaj bi “lêgerîna bi wêneyan” ji Google û Yandexê peyda kir.