‘Ew kesên Quranê dişewitînin ehmaq in’

01/02/2023

Li Swêdê bûyera şewitandina Quranê ku gelek deng veda bû hê jî germahiya xwe ya di rojevê de di parêze.

Serokwezîrê Swêdê Kristersson, kesên li welêt Quranê dişewitînîn wekî ‘ehmaq’ binavkir.

Kristersson diyar kir ku, wan kesên quran dişewitînin ji hêzên derve re xizmetê dikin.

Me dît ku aktorên biyanî, heta aktorên dewletê jî hewl didin bi van bûyeran bi awayekî rasterast zirarê bidin ewlekariya Swêdê.

Serokwezîrê Swêdê Kristersso

Bixwîne: https://botantimes.com/serokwezire-swede-geleki-behurmeti-ye/

Di 22 Çileyê de li Swêdê siyasetmedarê rastgirê tundrew Rasmus Paludan li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê Quran şewitandîbû.

Bûyera li Swêdê gelek karvedanan jî bi xwe re anîbû.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Kurdish media monitoring – 01.02.2023

Weşana paşê

Nurcan Degîrmencî: Strana “Nazikê” dengekê ji nava rûh û canê min e!