Lîstikvana binavûdeng Evîn Ahmad, di rêzefîlma bi navê “Erin Carter kî ye” de wek serleheng lîstiye. Rêzefîlma ku dê li Netflixê bê weşandin fîlmeka aksîyonî ye.
Beşa Tirkî ya Netflixê îlan kiriye ku rêzefîlm dê 24ê vê mehê (Tebax) bê weşandin.
Li gor IMDb-yê Evîn Ahmadê di 28 fîlm û rêzefîlman de lîstiye. Bavê Evîn Ahmadê ji Silêmaniyê ye û dêya wê Efrînî ye. Ew û malbata xwe li Swêdê dijîn.
Di rêzefîlma “Pereyê bi rehetî bi dest ketî” de jî Evîn serleheng bû. Di rêzefîlma Netflixê de Evîn dayikek e ku di nava mafya û çeteyan de li ber xwe dide.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.