Ev penaberên ku muxalefet dixwaze wan bişîne kî ne?

  • 24/05/2023
Ev penaberên ku muxalefet dixwaze wan bişîne kî ne? Suruç/ Pîxabay/ Konên penaberên Surîyeyê
Gulistan Korban Fotoğrafı

Gulistan Korban

24/05/2023

Yek ji mijarên herî sereke yên hilbijartinên 14ê Gulanê, şandina penaberan e.

Ev mijar di tûra duyem a hilbijartina serokkomarîyê da jî hêj germahîya xwe diparêze. 

Berbijêrê Serokkomarîyê Kiliçdaroglu jî bi gotinên ‘şandina Sûriyeyîyan’ dest bi kampanyaya xwe ya tûra duyemîn kir.

Ew Surîyeyên ku her behsa vegera wan tên kirin kî ne?

Lê şandina bi milyonan xelkên Surîyeyê û penaberên din ên li Tirkîyeyê çiqasî mimkun e?

Em jî însan in. Em gelek bi van gotinên sîyasîyan diêşin. Ma mirov dixwaze welatê xwe biterikîne û bê welatekî xerîb. Va em 10 sal in li vir in. Zarokên min li vir mezin bûn. Diçin dibistanê, fêrî zimanê Tirkî bûn. Ez ê çawa ji wan ra bibêjim hadê em vedigerin. Ma veger ewqasî hêsan e.

Rojîn Meîş

Rojîn Meîş yek ji wan penaberên Surîyeyê ye. Dema bi van gotinan behsa xwe dike di çavên wê da fikar heye.

Ew 10 sal in li Tirkîyeyê ne. Ji bajarê Qamişloyê ya Surîyeyê hatine Tirkîyeyê. Li Amedê bi cîh bûne. Zarokekî wê li vir çêbûye û niha 7 salî ye. Du zarokên wê yên din jî hene. Yek 13 ya din jî 10 salî ne. 

Zarokên wê ne bi erebî ne jî bi Kurdî dizanin. Lê Tirkîya wan gelekî baş e.

Van zarokan dê li wir çi bikin? (zarokên xwe nîşan dide.)  Li vir diçin dibistanê. Zimanê wan fêr bûne. Xwendina wan bûye Tirkî. Veger ji bo zarokên min gelek zor e. Televîzyonê temaşe dikin, tên ji min dipirsin dibêjin, ‘Dayê ma ew ê me bişînin. Em ê çi bikin li Surîyeyê?‘ Hemû kes di derbarê me da diaxivin lê kes napirse ‘ka halê we çawa ye.’

Rojîn Meîş

Li gorî daneyên Koça Îdarî ya Tirkîyeyê, niha 3 milyon û 381 hezar Sûrîyeyî di statûya parastina demkî da li Tirkîyeyê qeydkirî ne.

Digel penaberên Efganî û yên ji welatên din ev hejmar derdikeve 5,6 milyonan. 

Ger Kiliçdaroglu bibe desthilatdar, wekî ku dibêje gelo dikare penaberan bişîne welatên wan?

“Şandina penaberan ne ewqasî hêsan e”

Li gor Serokê Komîsyona Mafên Penaberan a Baroya Amedê Parêzer Ahmet Mullamuhammedî şandina penaber ne ewqasî hêsan e. 

Parêzer Mullamuhammed diyar dike ku kesên hatine vê derê li gor Peymana Navnetewî ya Cenevreyê ku Tirkîye îmze kiriye ‘di bin parastina demkî da ne.’ Heta ku sûcek derqanunî nekin hûn nikarin wan bişînin welatên wan.

Mullamuhammed dibêje; heta şert û mercên ku bûne sedema derketina wan ji welatê xwe neguhere. An jî lihevkirine bi hikûmeta Şamê ra çênebe, li gor kanûnên navdewletî şandina penaberan a bi darê zorê ne mimkun e.

Parêzer Mullamuhammed

Li gorî Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) welatê ku di cîhanê da herî zêde penaberan dihewîne Tirkîye ye.

Lê piştî hilbijartina 28ê Gulanê rewşa penaberên li Tirkîyeyê dê çawa bibe hêj wekî pirsekî di hişê welatîyan da ye.

%d