Dîmenên protestoyên Kurdan yên ser êrîşa Parîsê bi şidetê ketin rojeva ajansên navneteweyî.
AFP, Reuters û France 24ê ji protestoyan Kurdan bal kişandin ser zordestîyê.
Euronewsê jî dîmenên ji protestoyê bi ”No Comment”, ku bi Kurmancî ”Bêşîrove” ye, weşandin.
Hin Kurdên Parîsê roja Şemîyê bo protestokirina êrîşa Înê li Meydana Le Republic kom bûbûn û bi gurbuna girjîyê re bi polîsan re pev çûbûn.
Polîsê Parîsê ragihandibû ku ser şideta di protestoyan 11 kes hatine girtin.
Di êrîşa çekdarî ya roja Înê de, ku li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya li dar ketibû, 3 Kurd hatibûn kuştin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.