Euronews: Îmamoglu wê di serê salê ji kar were dûrxistin

30/12/2022

Malpera nûçeyan ya Euronewsê ragihand ku Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dê di serê salê de ji kar were dûrxistin.

Li gor nûçeya Euronewsê, tevî ku Îmamoglu dê ji kar were dûrxistin jî wê bi ser Şaredarîya Stenbolê de qeyum nayên tayînkirin.

Li gor qanûnên Tirkîyê, piştî şaredar ji kar tê dûrxistin, meclîsa şaredarîyê li şûna wî kesekî tayîn dike, û ger neke jî wê demê Wezareta Navxweyî yekî bo şaredarîyê erkdar dike.

Wezareta Navxweyî bi hinceta endamên rêxistinê li şaredarîyê bi cîh kiriye ser Îmamoglu dest bi lêpirsîna terorî kiribû.

Di rojên borî de, dadgeheke Stenbolê jiber heqareta li endamên lijneya hilbijartinê cezayê 2 sal 7 meh 15 zindan û qedexeya sîyasetê li Îmamoglu birîbû.

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di hilbijartinên herêmî yên 2019an de bi awayekî eşkere destek dabû Îmamoglu.

Foto: Twitter, @istanbulbld, SS


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Di sala 2022an de 66 rojnameger hatine kuştin: IPI

Weşana paşê

Brezîlyayê bo Pele 3 rojan şîn ragihand

Te hay ji vê heye?

Di Roja Şanoyê da 9 lîstik dê bêpere were lîstin

27’ê adarê Roja Şanoyê ya Dinyayê