Etnîk Ereb, Kurd, Tirk û botoksên devûlêvan

07/04/2023
Foto: Riha, Nîsan 2023, Omer Faruk Baran

Riha bajarekî plural û pir-etnîkî ye. Di halê hazir de Ereb, Kurd û Tirk têde hene. Tê bîra min di zarlixîya min de bi tenê ji cilan, ji şekl û şemalan me tê derdixist ku kî Ereb e, kî Kurd û kî Tirk e.

Bes kapîtala ku tek-tîp cil li proleteryayê kir, anî li Riha jî eynî şekl cil li li miletên ji hev cihê kirin. Niha li wî bajarî Ereb, Kurd û Tirk bi eynî timtêlê dimeşin û ne bêlî ye kî kî ye.

Timtêl li ser Twitterê jî mîna hevdu ne. Dikevim profîlan li dev û lêvên keçkan dinêrim. Kapîtalê bi botoksê dev û lêv gî nola hevdu kirine, difin jî tek tîp in.

Welhasil, dîn û îmana kapîtalê tune. Loma ye, êdî em ji her tiştî zelaltir bi tenê dibînin ku kî feqîr e û kî zengîn e. 


Ev nivîs li malpera perxudrespodcast.com hatiye weşandin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Omer Faruk Baran

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Weşana berê

Fexrîya Adsayê otobiyografîya Gandhi wergerandîye kurdî

Weşana paşê

Why do doctors leave the country?