Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Etîketên Cumhurîyetê, Polîsên Starbucksê û Heyhat Heyatê

31/10/2023

Talîya sedsala 20an wer bû, serê sedsala 21ê jî dîsa werga ye bi etîketan: Tirs, trajedî û trawmayên ku rê nedane ku sempatî eşkere bibin nahêlin ku em xwe ji qalib û qaîdeyên me dibin mirinê xelas bikin û berê xwe serbest bidin ken, kêf, saxî û silametîyê.

***

Cumhurîyeta Tirkîyê sala 1998an di 75 salîya xwe de bi etîketan hatibû ser defter û kitabên me.

Wê salê li Sirûcê polîsên sîvîl -me bi çavên xwe yên zarok ew nas dikirin- ketibûn sinifê, em hêjmartibûn, û her yekî ji me çend etîketên ser 75 salîya cumhurîyeta Tirkîyê dabûn me ku em wan li defter û kitabên xwe bizeliqînin.

Me ji mezinên xwe yên sîyasî, polîsên sîvîl bi xerabîyên wan bihîstibûn, lê etîketên wan ji sermîyana dewletê belaş dabûn me kiribûn ku ew bi me sempatîk werin; sempatîyeka wer ku me jê fedî dikir û me nedixwest pir eşkere bibe.

Sala 2023yan, cumhurîyeta Tirkîyê di 100 salîya xwe de bi etîketên dîjîtal hat ser Twitter û Instagramên me û hinekan ew zeliqandin li profîlên xwe hinekan nezeliqandin; minaqeşe li ser sosyal medyayê mezin bûn, lê li wir man.

Heyata li meydanê, meydana li heyatê, di sedsalîya cumhurîyeta Tirkîyê de ji minaqeşeyên li ser sosyal medyayê dûr, rewşeka din raber kir li Diyarbekir. 

Bi mezinbûna herba Hamas û Îsraîlê re Diyarbekirîyên li hêla Filistînîyan disekinîn şevekê rabûn êriş birin ser Starbucksê.

Dûzena dewletê ji bo silametîya Starbucksê piştî êrişa ji nişka ve polîsên cumhurîyetê şandin pêş wir ku qehwekolîkan li pişt polîsan bi kêfa dilê xwe qehweyên xwe vexwarin û bi sempatîyeka jê fedî kirin û nedixwestin pir eşkere bibe li polîsan nihêrîn. 

Talîya sedsala 20an wer bû, serê sedsala 21ê jî dîsa werga ye bi etîketan: Tirs, trajedî û trawmayên ku rê nedane ku sempatî eşkere bibin nahêlin ku em xwe ji qalib û qaîdeyên me dibin mirinê xelas bikin û berê xwe serbest bidin ken, kêf, saxî û silametîyê.

Heyf, heyhat, heyatê..

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Te ev dîtıne?

Kok û Giringiya Newrozê

Newroz ji bo hemû gelên Îranî ayîneke çandî ye ku nîşaneya hatina
people looking at laptop computer

Di perwerdeyê de bandora zimanê dayikê li ser zarokan

Muhammed Nurullah Kiliç nivîsîye Di destpêkê de da ku mijar û armanc

Google-a ku medyaya Tirkî ya serbixwe asteng kiriye medyaya Kurdî qet nas nake!

— 12ê Adarê hin xebatkarên Gazete Duvarê wek hemî rojan çûn odeya