Vê carê Demirkubuz “wuslat” gotibû. Û eşq… Eşqa Hîcran û Riza ku ji hezar ceribandinan derbas bûbû, dawiya dawiyê bi awirên kelecanî û dilzîz ên eşqê gihiştibûn wuslatê. Ê wê çaxê pirs ew e ku eşq çi ye, wuslat çi ye, fîraq çi ye?
***
“Bi berhevkirina razên bêhikim, bi yekdestkirina bêwatebûnê, jiyan ji mirinê bêhtir mirov ditirsîne: Meçhûla mezin ew e.” (E.M. Cioran)
Pınar Yıldız
Sala 2023yan ber bi qedandinê ve ye. “Saleke çawa bû?” Ew pirsa klasîk a dawiya salan helbet dikare ji bo jiyana her kesî/ê xwedî bersiveke din be. (Ev nivîs dawiya salê hat nivîsîn lê ancax niha xwe gihand xwendevanan) Belê dawiya sala 2023yan e. Îsal li Mêrdîna beriyê şanoya Şaneşînê vebû ku wek bêhnvedanek bû. Wan şevên dirêj ên ber bi zivistanê ve, me li wir çend dokumenter û şano temaşe kirin. Hişê Çêkirî bi dengê Hesen Zîrek “Nazdar Nazdar” çêkir ku bi hefteyan min lê guhdarî kir. Lê dawiya dawî car din em li “Haware Leyla” hesilîn. Mehmet Dîcle dawiyê romana xwe ya “Berfa Sor” weşand (herçiqas me hêj peyda nekiribe û nexwendibe jî). Îsal di sînemayê da jî hereket û heyecanek hebû. Ez negihiştim fîlmên “Oppenheimer” û “Barbie”. Lê me “Kuru Otlar Üstüne” ya Nuri Bilge Ceylan temaşe kir û em li benda tarîxa vizyona “Poor Things” in. Dawiya salê, piştî heşt salan Zeki Demirkubuz fîlmek kişand.
Ev demek e ku min dixwest ez “Hayat”a Zeki Demirkubuz temaşe bikim lê ji ber kar û baran min nekarî rojekê lê bînim. Axirî 28ê berfanbarê pêşkêşiya min a “çaliştaya wuslat û fîraqê” hebû ku piçek ez dixistim stresê. Ji zû ve ye min pêşkêşiyek nekiriye. An jî dibe ku telaşa min ew bû ku min ê çawa mesafeyeke akademik daniya navbera xwe û mijareke wisa. Yanî mijareke ewqas dilnerm û subjektîj… Rêya rast ew e ku mirov di nav kelecan û hîsiyata şaîran da bi şaîran re wenda bûbûya an divê bi çavekî din li şi’ran binêre û li dû siya mefhuma wuslat û fîraqê bikeve. Lêbelê mirov dibêje qey şi’r ji tu mesafeyan hez nake. Ma şi’r ne ew tişt bû ku wexta ku mirov malikek, beytek, rêzikek li derekê, bê nav be jî, didît dikaribû sond li ser bixwe ku ew şi’r ê mirov nebin jî ew hîsiyat ên mirovî bi xwe ne. Peyvên ku ji hîsiyateke hempar ji dil rijiyane ser kaxezekê û gihîştine vê hîsiyata hempar ku êdî nediyar e peyv peyvên kê ne, welhasil… Wek ji bo vî fîlmê “Hayat” roja temaşekerinê ew roj bû, piştî çaliştaya wuslat û fîraqê ez rasterast çûm sînemayê. (Nizanim çima wê rojê tenê seansek hebû: 17:45). Digel wê trafîka berbat jî (Belê yabo û yadê êdî li Mêrdînê jî trafîk heye!) min xwe gihandê. Wek her carê keçika bilêtfiroş bêyî heqê bilêta fîlmî çend kampanyayên xwarin û garis/gilgil nîşanî min dan. Nizanim çima vê carê bersiva min “Na!” nebû. Min garis û avek hilbijart (navê vê kampanyayê menûya xwendekaran bû). Piştre min xwe bixwe gote xwe, ez a ku tu caran min di sînemayê da garis nekiriye çima min ev neheqî li Zeki Demirkubuz kir. “Bila” min gote xwe bixwe, jixwe yê ku digot ez dixwazim temaşevanên xwe li ser qoltuxa wan a rehet bê hizur bikim Haneke bû, ne Demirkubuz bû (Ê ezbenî, jixwe fîlmên wî jî heman tiştê dibêjin, ne bes e? Ê dibe ku wexta ku mirov bê hizur be jî karibe garis bixwe.)
Seansa ewil qediya -navber- di destên min da kaxiza vala ya garisê ez bi şiklekî tewşo mewşo ji salonê derketim. Min nezanî çi bikim, çawa bikim, çawa îdare bikim. Min telefonî hevala xwe “madam”ê kir ya ku hema di deqeya dawî de karê wê derketibû û nehatibû. Bersiv neda. Dibe ku êdî telefona wê jî di bêdengiyê da ye. Ya ku di cih da bersiv nade ez im lê vê carê wê bersiv nedabû. Belkî jî baş bû ku bersiv neda, heke bersiv bidaya min ê jê re çi bigota. Ez ji bo çi geriyabûm, min jî nedizanî. Wek şokek bû, ecibandin bû, an jî wek hedîseyeke hunerê bû ku mirovî ne dikarî terîf bike ne jî dikarî di dilê xwe da bigirta. Di nav van fikr û fikaran da navber qediya.
Di seansa duyem da jî ew efsûn xera nebû. Ez bi heman hîs, şok û tesîrê ji salonê derketim. Dîsa li hevala xwe ya “madam” geriyam, dîsa bersiv neda. Ji nişka ve hevala min a ku êdî dêya Arîyaya delal e hate bîra min ku çend caran me bi hev re “Kader” temaşe kiribû û carinan jî me ew sehneya dawî ya fîlmî vedikir û ew tirada* dirêj ya Bekir temaşe dikir. Wê jî bersiv neda. Îşev çi hatibû serê van hevalên min an jî dibe ku ew tesîr û efsûna fîlmî nedixwest xera bibe.
Belê vê carê Demirkubuz jî “wuslat” gotibû. Mirov bawer nedikir lê wî jî “wuslat” gotibû vê carê. Lewma di wê sahneya dawî da heta ku ekran reş bû û fîlm xilas jî bû mirovî baweriya xwe bi vê wuslatê nedianî. Û wek ku dê dîsa fîlm dest pê bike û bêje va ye jiyan ewqas nerm nîne va ye dîsa “fîraq” e. Fîlm bi wuslatê qediyabû lê wek hêj jî binhişê mirovî digot, dibe ku piştî ku ekran reş bû Hîcran û Riza qezayek derbas kiribin, an jî tiştek din… Lê ji aliyekî ve jî ew awir û nêrînên dawî yên Hîcran û Riza ji bo bawerkirina “wuslat”ê têrê dikir.
Belê vê carê Demirkubuz “wuslat” gotibû. Û eşq… Eşqa Hîcran û Riza ku ji hezar ceribandinan derbas bûbû, dawiya dawiyê bi awirên kelecanî û dilzîz ên eşqê gihiştibûn wuslatê. Ê wê çaxê pirs ew e ku eşq çi ye, wuslat çi ye, fîraq çi ye? Di esasê xwe da wek ku Demirkubuz di fîlmên xwe da her carê pirsa eşq çi ye ji me dike û halên cuda yên eşqê nîşanî me dide. Di fîlmên Demirkubuz da dibêjim lêbelê dibêjim qey di binhişê min da ji van fîlman qesd bîlhesa “Masumiyet” û “Kader” in. Eşq di fîlmên Demirkubuz da wek rastiyeke esasî ya jiyanê wek wateya sereke ya jiyanê, tê dîtin û nişandan. Ev eşq tu carê naqede her ku diçe wek kulek ji agirê xwe sortir û hartir dibe û mezin dibe. Wek Kierkegaard pirsîbû û bersivandibû: “Eşq ji çi hez dike? Ji bêdawîbûnê/ebediyetê.” [1] Ji ber ku “Her tiştê ku bidawî û demdemî ye tê jibîrkirin, tiştê ku dimîne tenê yê ebedî ye, hêza eşqê ye, bêrîkirin û hesret e, şadî û bextewarî ye.” [2] Di fîlmên Demirkubuz daeşq di carekê da wek êşekê dikeve dilê dildaran û êdî ew çizîniya eşqê dibe parçeyeke dildaran. Ev çizîniya ku bûye parçeyeke wan di nav xirecira jiyanê da dikare di carekê da xwe nîşan bide ku Bekirê “Kader”ê di vê sehneya dawî de belasebeb nedigot, “Ji nişka ve bê sedem dilê min ciz kir. Min lê nêrî dîsa heman êş”. Yanî ew eşqa bê îmkan û êşa wê dibe parçeyeke kesayet û jiyana dildaran. Di vî fîlmî da (Hayat) jî eşqeke wisa heye. Di dawiya fîlmî da wexta ku Riza bi Hîcranê re diaxive eşkere dike ku wexta ku wî cara ewil fotografê Hîcranê dîtiye çizîniyek û êşek ketiye dilê wî û ew roj ev roj e bi vê eşqê dijî. Di wê sehneyê da mirov ferq dike an jî hîs dike ku wek Hîcran û Riza yên fîlmê “Hayat”; Ugur û Bekir yên fîlmê “Masumiyet” û “Kader” in. Wek şikil jî Mîray Daner (Hîcran) û Vîldan Atasever (Ugur) dişibin hevdu, dibe ku derhêner bi zanîn ev şibandin hilbijartiye an jî ev şibandin tenê tesadufeke “jiyanê” ye. Lê di vê sehneyê da mirov wisa hîs dike ku wek ku piştî salan Bekir û Ugur di dilqê Hîcran û Riza da gihaştine wuslatê.
Ew çaliştaya wuslat û fîraqê careke din ez dabûm fikirandin ku di vê serdema ku em tê de dijîn da çi qiymeta eşqê maye? Di vê serdema ku her tişt pir zû xilas dibe û diçe da çi qiymeta eşqek ku êdî digihîje asta bengîniyê, dilketî, dildarî an jî bi peyvek vê serdemê ke ‘obsesiyon’ê maye. Di vê serdema ku em tê da dijîn êdî kî qiymetê dide dilnermî û naîfiyê. Tenê li hember eşqê na li hember tiştekî jî (xwendin, nivîsandin, huner bixwe) wek hîsiyateke bengîniyê nemaye di vê serdemê da. Fîlma “Hayat” jî di vê serdema ku pir zû û hov diherike da derbas dibe ku ev serdem jî ne serdema eşqên mezin e. Di destpêka fîlmî da Riza çend caran dibêje ku belê ew (Hîcran) dergistiya min bû lê ez wê nas nakim jixwe min ew du caran dîtiye. Têkiliya wan jî wek bi xwestina malbatên wan, bi usûlên tradîsyonel çêbûye. Heta dawiya fîlmî jî mirov hemû tevgerên Riza wek ego an jî şikandina xurûra mêraniyê dibîne. Lê di dawiya fîlmî da mirov dibîne ku di esasê xwe da Riza wek Mecnunek, Ferhadek, Memek modern ê vê serdemê ye ku ew jî aşiqê resmekî, xeyalekê, xewnekê bûye. Dibe ku Riza aşiqê eşqê bi xwe bûye. Yani derd û jana dilê wî tenê ne ku dergistiya wî dev jê berdaye û reviyaye çuye Stenbolê. Heke rastî jî wisa bûya dibe ku ew ewqas jî êşeke mezin nebûya lê derdê wî ew derdê dil e ku di carekê da ketiye dil û wek êgir disojîne. Wek derdek bêderman û bêrêç… Belasebeb Cioran negotiye, “Derdekî ku cihê wî nikare bê diyarkirin û ne eşkere ye, yê ku bêyî şopekê dikeve ser laş, yê ku bêyî nîşaneyekê bide ruh û dikeve nav, çawa tê başkirin?” [3]
Dîsa sehneya ku bapîrê Riza tê Stenbolê û dixwaze wî îqna bike ku vegerin malê, derheqê diya Riza da behsa anektodek dilzîz dike ku diya Riza jî di vê serdemê da ketiye dû eşqê û piştî mirina mêrê xwe êdî nexwestiye ev fîraq dirêjtir be. Wê çaxê bapîr ditirse ku neviyê wî dê Hîcran bikuje lê Riza dibeje “qey ez qetilkarek im?” Bapîr jî dizane neviyê wî ne qetilkar e lê rewşa heyî wî ditirsîne. Wexta ku em ji devê bapîrî, çîroka dîya Riza seh dikin, dibînin ku dê di nav dilnizmî, pakî û naîfiya eşqê da wenda bûye û çûye. Ji ber ku êdî di vê serdemê da qiymeta eşqeke wisa nemaye, kalikê naîf jî li hemberî vê eşqê şaş dimîne û wexta ku behsa bûka xwe ya rehmetî dike wê wek “Ew jina mubarek” bi nav dike. Ev gotina bapîrî a derbarê bûka wê da dîsa heman pirsê tîne bîra me “Di vê serdemê da ku her tiştê di navbera çend deqeyan da dadiqurtîne, çi qimeta eşqê maye?” Bersiveke kevn be jî Kierkegaard dibêje “Ew kesê bengîn ku heke hêj jî xwedî hezkirinekê be, emrê wî ji emrê kesekî/ê ku jiyana xwe hema wisa derbas kiribe û li hember tiştekî bengîniyek hîs nekiribe, ji wî feqîr û neçarî, dewlemendtir e.” [4] Di vî fîlmê Demirkubuz da jî bersiv “belê” ye. Wek ku heta benîademek li ser rûyê vê dinyayê bimîne, di nav hemû qirêjî, metabûn û daqurtandina zû da jî her serdem dikare Memek û Zînek biwelidîne. Eşq bi xwe wek însan rastiyeke vê dinyayê ye. Lê ew benîademê ku di vê sedsalê da çareya gelek tiştan dîtiye, kariye hukmê gelek tiştan bike, divê bikaribe ji derdê fîraqê re jî çareyekê bibîne. Va ye piştî salan Demirkubuz jî gotibû “wuslat”. Li gel hemû zehmetiyên xwe, derd û êşên xwe, piştî ewqas gerandinan, dawiya dawiyê Riza û Hîcrana serdema nûjen wek Odisseusek modern gihaştine mala xwe. Belê zehmet bû, zehmet e qalibên civakê, qalibên zayenda civakî ya komelê xerab bikin. Lê dîsa jî li hember van hemû zehmetî û gerînendeyan Riza û Hîcran ji xwe re malek ava kiribûn vê carê. Hîcran û Riza wek fotoyeke xemgîn, reş û sipî di nav tozên albûman da nemabûn. Di nav qalibên serdema xwe da Hîcran û Riza gihaştîbûn mala xwe. Heke hêz an jî cudahiyeke nifşên nû hebe, dibe ku ew jî ev nêrîna wan a nû be an jî hêza avakirina jiyaneke nû be.
* Ez li ber derî sekinîm û fikirîm. Min gote Bekir ev derî deriyê axretê ye, ev der pirda siratê ye heke tu vê carê jî jê derbas bî êdî tu nikarî vegerî. Piştre min xwe bi xwe gote, lawo rêyek din tuneye tu yê vê derdê bikşînî, feydeya wê tuneye ku tu îsyan bikî qedera te wisa ye. Rê diyar e, serê xwe li ber dayîne û hêdî hêdî bimeşe.
Çavkanî
[1] Søren Kierkegaard, Baştan Çıkarıcının Günlüğü, Wergêr: Süha Sertabiboğlu, Ayrıntı, Stenbol, 2018
[2] Søren Kierkegaard, Baştan Çıkarıcının Günlüğü, r.155
[3] E.M. Cioran, Çürümenin Kitabı, Wergêr: Haldun Bayrı, Metis, Stenbol, 2023, r. 21-22
[4] Søren Kierkegaard, Sevginin İşleri, Wergêr: Nur Beier, Pinhan, Stenbol, 2021, r. 19.