Erol Önderoglu: “Tirkîyeya ne dostê azadîya rojnamegerîyê ye doza Kaşikçîyî firot!

Erol Onderoglu: “Tirkîye ne cîyê Azadîya rojnamegerîyê ye, doza Kaşilçîyî firot!“ Di 31ê Adarê de, dozgerê Tirkîyeyê yê berpirsê dosyaya Kaşikçî daxwaz kiribû ku dadgeh dozê radestî hikumeta Erebistana Siûdî bike, welatê ku fermana kuştinê daye. Dozgerî ev daxwaz bi hênceta biyanîbûna welatîyên bersûc bû lewra li gor dozgerî diyar kiriye ji ber vê rewşê […]

Erol Önderoglu: “Tirkîyeya ne dostê azadîya rojnamegerîyê ye doza Kaşikçîyî firot!
Erol Önderoglu: “Tirkîyeya ne dostê azadîya rojnamegerîyê ye doza Kaşikçîyî firot!
Botan Times
  • 7 Nisan 2022 10:50

Erol Onderoglu: “Tirkîye ne cîyê Azadîya rojnamegerîyê ye, doza Kaşilçîyî firot!

Di 31ê Adarê de, dozgerê Tirkîyeyê yê berpirsê dosyaya Kaşikçî daxwaz kiribû ku dadgeh dozê radestî hikumeta Erebistana Siûdî bike, welatê ku fermana kuştinê daye. Dozgerî ev daxwaz bi hênceta biyanîbûna welatîyên bersûc bû lewra li gor dozgerî diyar kiriye ji ber vê rewşê bersûc nikarin bên girtin û îfadeya wan bê standin. Heyeta dadgehê li ser daxwaza dozgerî biryar dabû ku ji Wezareta Edaletê nêrîneka nivîskî bixwaze. Li ser vê daxwazê Wezîrê Edeletê Bekîr Bozdagî gotibû ku ew dê raya erênî bidin vê daxwazê. Herweha ev daxwaz hate erêkirin û doza Cemal Kaşikçî radestî Erebîstana Siûdî hate kirin.

Erol Onderoglu, nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ê Tirkîyeyê li ser doza rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçî ji Washington Postê re bi serenava “Tirkîye ne cîyê azadîya rojnamegerîyê ye, doza Kaşikçî firot” nivîsîye. Wî gotiye:

“Radestkirina dozê ji Erebîstana Siûdî re, ku Siûdî rejîmeka zordar e û ne cîyê çapemenîyeka azad û serbixwe ye, dê derbeka giran li şensê mayî yê edeleta doza Kaşiçkî biêxe. Herweha wê ji bo huermeta azadîya çapemenîyê ya Tirkîyeyê jî bibe sînyaleka tirsnak”

“Bêguman Tirkîye di warê kuştin û tepeserkirina rojnamegeran de ji gelek cîyan baştir e lê doza nivîskar û rojnamegerê navdar Musa Anter ê ku di sala 1992an de li Amedê hat qetilkirin, demeke dirêj e bê encam ma. Bi heman awayî, kuştina rojnamegerê Ermenî-Tirkî Hrant Dînk di sala 2007an de li navenda Stenbolê bi tora Gulenî ve hatibû girêdan, lê plangerên vê êrîşê qet nehatine darizandin”

Cemal Kaşikçî kî ye?

Rojnameger Cemal Ahmet Kaşikçî ku welatiyê Erebistana Siûdî ye. Ew di 2yê Cotmeha sala 2018an de çû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê û careka din tu agahî jê nehat standin. Rêvebiriya Riyadê piştî çend rojan ragihand ku Kaşikçî di encama “operasyoneke korsan” de hatiye kuştin.

Cemal Kaşikçî di 13ê Cotmeha 1958an de li Medîneya Erebistana Siûdî ji dayik bûbû. Kaşikçî piştî ku di sala 1985an de ji Zanîngeha Dewletê ya Indiana ya DYAyê qedand, vegeriya welatê xwe û dest bi karê rojnamegeriyê kir.

Kaşikçi yê ku di navbera salên 1991-1999an de edîtorê giştî û cîgirê edîtorê rojnameya El Medîneyê bû, nûçeyên ji welatên wekî Afganîstanê jî çêdikirin û radigihandin.

Kaşikçî, piştî 4 ku salan di serokatiya Rojnameya Erebî ya bi Îngilîzî de xebitî, 52 rojan di redaksiyona Al Watan a ku lê derbas bû de kar kir û piştî gotarên rexnekirina pêkhateya olî ya li welat di rojnameyê de derketin, ji kar hat dûrxistin.

Li ser vê yekê Kaşikçî ji welêt terikand û wî şêwirmendiya Prens Turkî el Feyselî kir, ku ew Balyozê Erebistana Siûdî li Brîtanya û Amerîkayê bû. Di sala 2008an de careke din weke Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya El Watan hat tayînkirin û di sala 2010an de ji ber nivîsên rexneyî yên di rojnameyê de hatin weşandin careke din ji kar hat dûrxistin.