Erol Onderoglu: Divê têkilîya sazî û medyayê zelal be

16/06/2023
Erol Onderoglu, Diyarbekir Wêne: Murat Bayram

“Ji beriya salekê ez hatim desteserkirin. Polîsan ji bo ‘jêpirsîn’ê çend pirsin kirin ji hingê ve di girtîgehê de me. Cara yekem e ku meqamên edlî guh didin min. Salek e li benda vê yekê bûm.” 

Dema rojnameger Safîye Alagaşê bi van gotinan behsa rewşa xwe kir. Kesekê pora wî gustilk û spî heta gotinên Alagaşê temam bûn rûyê xwe ji wê ba neda. Zîq lê nêrî. Paşê deftera xwe ya qelemek di nêv de şidandibû danî ser ranê xwe û dest bi nivîsînê kir. 

Ew kes nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglu bû.  Li gor “barometreya” RSFyê  li Tirkiyeyê 42 rojnamegerên girtî hene. 

Onderogluyê bi ciddîyeteka mezin notan dinivîse dê piştî vê rûniştinê agahîyeka li rexa navê Safiye Alagaşê biguhertiya. Safîye Alagaş êdî ne rojnamegereka “girtî” bû. Dê binivîsîya “tehliye bûye û doza wê dewam dike.” 

Hemî materyalên Alagaş pê dihatin sûcdarkirin nûçeyên wê bûn. Ew digel 14 rojnamegerên kurd Hezîrana 2022yan hatibû girtin. 

Onderoglu zêdetirî 20 salan e nûnerê RSFyê yê Tirkiyeyê ye. Me ji wî pirsî gelo piştî hilbijartinê, çêdibe hewaya sîyasî nermtir bibe, guvaşa li ser dadgehan sisttir bibe.

“Gelek kes ji ber kabîneya nû wê yekê difikirin. Lê li gor qinaeta min desthilat ji alîyê polîtîk ve westiyaye bi vê kabîneyê dê ji bo demekê bêhna xwe veke. An jî bi şeklekê dî em dikarin bibêjin dê vê demê ji bo libendêmanê bi kar bînin. Dê li bendê bin heta her tişt dikevin di xeta xwe de.” 

Erol Onderoglu

“Bêguman em nizanin ka hewildanên ji bo Qanûna Bingehîn a nû dê çi guherînan bi xwe re bînin. Lê ji bo her kes bikarin bi rengê xwe hebûna xwe bidomînin û medyaya mixalif bi rêyeka rexnegir karê xwe bidomînin em ne xweşbîn in. 

Erol Onderoglu

“Niho valayîyek û bêdengîyek heye. Lê heta dadgeh meydaneka talîmatên sîyasîyan e. Heta ‘di têkoşîna li dijî terorê’ ya desthilatê de civaka sîvîl û medyaya mixalif jî heye gelekî zû ye em behsa rehetbûnekê bikin.”

Erol Onderoglu

“Divê demildest saziyên dewletê digel medyayê têkiliyên xwe de zelal be. Bi zelalî agahîyan bide. Dema rexneyek li wan tê kirin divê vê yekê ji bo cezakirinê bi kar neînin. 

“Du tişt ji bo RSFyê girîng in, yek şeffafbûn/zelalbûn ya dî jî azadiya welatîyan ku bikarin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. RSF ji bo vê yekê hem bi rêya dîplomasîyê hem bi çalakî û daxuyaniyan dixebite.

Erol Onderoglu

Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Te ev dîtıne?

Ji Şama Şerîf Şeveka Beşarê Esad Ta Heta Mihemedê Malmîsanij û Berkenê Bereh

Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif.. Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên